March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konê Reş :Kurdo!

Kurdo!

Konê Reş

Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn… Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin, şaristanî, lê hatine avakirin.. Nûh pêxember bi keleka xwe ji geliyê Laliş destpêkiriye, di ser çiyayê Şingalê re derbasî çiyayê Cûdî bûye û lê rawestiya ye.. Pêxember di nav xaka te re derbas bûne.. û wiha jiyanê ji welatê te destpê kiriye..


Qedera te ye ku tu bi tena xwe, ala welatê Mezopotamiya bilind bikî.. Ma ne tu neviyê Waşokanî, Orkêş, Kewkebê Millan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mosîsana ye.. Ma ne tu neviyê Mîr Bedirxan, şêx Ebêdellahê Nehrî, Mele Selîmê Bedlîsî, Şêx Seîdê Pîran, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemirî.. Bêje, bê tê çilo wê Ala Rengîn di ser welatê xwe Mezopotamiya re bilind bike?


Xuya ye hêjî pêdiviya me bi Şêx Ehmedê Xanî heye, yê ku ji berî 350 salî ve li dor yekîtiya Kurdan wiha gotiye:
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xwedan kemalat..


Kurdo! Qedera me ye ku, em birayên hev bin; tu birayê min be, ez birayê te bim û ew ên xiristyan (Siryanî, Ermenî, Aşûrî û Kildanî), Cihû û Ereb hevalên me bin û em tev zarokên Mezopotamiya bin, Mezopotamiya dayika me be, hêlîna me be û welatê me be..


Qedera me ye Kurdo ku em xwe ji berjewendiyên xwe yên kesayetî daweşînin û xwe bikin yek, gotina xwe bikin yek û li ber xwe bidin, di ber hebûna xwe de pîkol û berxwedanê bikin, ji ber ku dîrok dilovaniyê nake û bela zarokên me gazin û loman ji me nekin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi