March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konê Reş: Roja Ala Kurdistanê

Konê Reş: Roja Ala Kurdistanê

ALA KURDAN

Ronahiya dil û çav;

Diyariya dê û bav;

Pêsîra wî roj û tav,

Spehîtiya ax û av

Ala Kurdan ser be ser,

Sor û gewr e kesk û zer.

Mîr Dr. Kamiran Bedirxan

Hêjano! Îro 17/12/2018, (72) sal di ser bilindkirina Ala Kurdistanê re, li navtara Çar çira, derbas dibe. Ev Ala ku Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1919’an de rengên wê bijartiye. Di destpêka sala 1919’an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn (Mîr Emîn Alî Bedirxan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin.

Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jê re divîbû, hingî, di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin û amade kirin (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan, wê Alê di asmanê Kurdistana azad de bilind bikin.. Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, nedihat eşkerekirin û şerê wê bi tundî dihat kirin. Wê Alê jî, ji cihê xwe yê veşartî nedihşit ku neyarên wê têr razên.. û tevî vê rewşa xerab û aloz, vê Alê du sê carî asmanê Kurdistanê bi rengên xwe xemilandiye û dilê welatiyên xwe xweş û geş kiriye; cara pêşîn di serê adara 1919’an de bû, dema ku şehîdê leheng Elîşer û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilindkirin.

Cara duyem di sala 1929 – 1930’an, de bû, di van her du salan de jî, ev Al, ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve li ser çiyayê Aararatê hatiye bilindkirin, cara sêyem di roja 22 /01 /1946’an de, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin. Lê mixabin, di van her sê caran de ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û qedexe bûye..

Belê wek ku min got, cara çaran di roja 9/6/1999’an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana başûr de, bi rengekî fermî biryar hat standin bibilindkirna Alê re. Û her wiha di roja 11.11.1999’an de birayar hatiye standin, ku roja 17.12. ji her salê (Roja Ala Kurdistanê) be. Ev roja ku Pêşewa Qazî Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzabiyê nemir.. Û her wiha di roja 17.12.2010’an de, hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rengekî fermî, keleha Hewlêrê bi Ala Kurdistanê xemilandiye û ji wê roja ve, Kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û penaberiyê 17’ê meha 12 bi aheng û bîranîn pêşwazî dikin û vê rojê bi navê Ala Kurdistanê nas dikin..

Konê Reş/ Qamişlo 17/12/2018

Roja Ala Kurdistanê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi