April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne !

Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne !

Kemal Tolan

 

Berî ku ez têkevime nav babetê xwe, dibêjim xweska fersend û delîl di destên hinek dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an de hebûna û me jî karîbuna xwe bigihandina ser kûrayiya riknên şaristaniya mirovatiya Mezopotamiya yê. Hingê me yê bidîta û bizanîbuya bê ka netew û Êzdiyatiya me çiqasî kevnare.

Ji bona em keribin ciyê hinek valeyên di kironolojiya dîroka koç û qerkirina me Kurdan de hene dagrin û piçekî jî dîroka  resenî, koç û qerkirina me Kurd û Êzdiyên Xaltiyan agehdar bivin û xwe nasbikin, lazime û hêvî ji we hêjayan dikim ku hûn birênen li nêrîn û çavkaniyên di lêkolîna min ya bi navê ÊZIDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA (http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html) yê ye. Ev nayê wê mahnê ku min karîbû di vê gotara xwe de hemû pirsgirêkên dîroka koç û qerkirina me Kurdan zelal bidime xwanê. Lê, min nêrîna xwe ya ku dibêjim Êzdiyatî haveynê mirovatiya Mezopotamiya yê ye û bitaybetî jî xizna nasnama gelê Kurd e û her weha nêrîna geleg ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û rojnamevanên navdar, ku di lêkolîn û pirtûkên xwe de bi taybetî bahsa nav û dîroka Êzdiyên Xaltiyan kirine zelal dane xwanê.

 

Weke ku ez ji van ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û rojnamevanên navdar fahm dikim, ewan jî di nêrîna xwe de zelal dayê xwanê ku gotina miletê Xaltî anjî „Kaldî“, „Xaldî“, „Xalidî“, „Haldî“, „Halidî“, „Alarodî“, „Khaldî-Xaldi“, „Xalid“ û whd., ji wexta dewleta Hurriyan tê.

 

 

Û dewleta Kurdên Hûrrî jî 4000 sal beriya zayîna Hazretî Îsa hebuye. Wexta Împaratoriya Êzdiyên Xaltiyan  di Mezopotamiya yê de hilweşiya ye şunde, êdî Êzdî(Kurd) ketine bin bandora gelek împaratoriyên weke ya Gutî, Kasiyan, Mîtaniyan, Nehriyan, Mûşkiyan, Urartuyan, Mannaiyan, Mediyan, Sassaniyan, Bîzansiyan, birênen li naven ser van xerîtên jorê ku ji ber çavkanî (1) hatine girtin û whd.

 

Ji vê demê û pêde, êdî çiqas welat û zimanê me yekbin jî, gelek cûdatî û nezanî ne ligoriya daxwaziya me ketiye nava urf, adet, çande, ol û gelên li Kurdîstanê hebûn. Her weha gelek valehî, nêrîn an jî agahdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriyên li Kurdîstanê hene û têne belakirin.

Min li ser van valehî û neheqiyên di dîroka me de jî, di gelek lêkolînên xwe de bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdan û Êzdiyan kirine kiriye. Ev tev jî di gelek malper, rojname û kovarên me Kurd û Êzdiyan de ji bona agehdariya raya giştî hatine weşandin. Dema hûn hêjayan karibin li wan birênin û ji wan fêde bikin kêfa minê pir bê.

Weke min li jorê jî got, raste bi dehan nivîskar, rewşenbîr, dîrokzanên xerîb û me Kurdan jî li ser dagerkirina welatê me, belabûn û asîmlebûna miltê me nivîsandine.

Ji xwe ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirkerker hatine ketine nava welatê me, bav-kalên me çendcaran qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan kuştine, mecbûrî koça kirine û ew birine li herêmên cûde ku ji êl û êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjivendiyên xwe bicîh kirine.

Vêca, ezê vê carê jî biçime nava hinek zargotinên me ye dinê guhdarî bikim û birênim, bê ka çend delîlên dîroknas û lêkolînvanên dinê hene ku li ser kronolojiya dîroka koç û qerkirina me Kurdan digihîjine hevûdinê û ezê wan jî pêşkêşî we dost û hevalên hêja bikim.

Ez gelekî dil xweşim ku hinek  nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me ye Anadoliya navîn jî li ser ol û koçberiya bav û kalên xwe di malpera http://www.xelkedondurma.com ,    http://www.birnebun.com ,  http://www.golyazibirligi.com  û hwd.ê de dinivîsin.

Weke ku ez  ji zargotin û nêrîna hinek van nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me ye Anadoliya navîne jî fam dikim, ev rêzdaran jî weke nêrîna min didine xwanê û dibêjin, piraniya pêşiyên Kurdên Anadoliya navîn jî ji herêma mîrgeha miletê Xaltî anjî „Kaldî“, „Xalikan“, „Xaldî“, „Xalidî“, „Haldî“, „Halidî“, „Alarodî“, „Khaldî-Xaldi“, „Xalid“, „Xalta“, „Xaldî (Ûrartû)” Serhedê, derdora Wan ê (http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_g_html/xalikan_bolge.html) û whd.ê hatine Anadoliyê û heta hinek jî ola bav-kalên xwe ye kevn eşkere dikin.

Ez niha dixwazim çend malik(paragraf)an ji wan nêrînên wane balkêş û weke gotinên wan e orgînal pêşkêşî we hêjayan bikim.

Ev birayên hêja jî dibêjin:

1 – „Hinek rûspîyên me wiha dibêjin, ”Serokên Eşîra ji hev heznedikir û hevdu biçûk didîtin, ji hev lome û gazin dikirin.” Li odeyekê an li civatekê li ser tuneye şer dertêxistin ji hev bi dehan însan dikuştin. Elbet di vir da rola Îslamiyê jî pir bû. Eşîretên Anadoliyê bi piranî ji mezheba Henefî (Sûnî bûn) Nedixwastin ku digel mezhebê din bijîn. Îro em dibînin Şêxbizînî li aliyekî ne. Ew mezheba Şahfî ne. Dimilî li aliyekî ne Şahfî û Henefî ne. Têkiliyên xwe pir bi hev re pir tunen. Di nava civata Kurdên Anadoliyê de Kurdên Êzidî û Elewî jî gelek hebûne. Lê wan ji tirsan re dengê xwe dernetêxistine. Giran û giran ew jî derbasî aliyê Sûniya dibûn.

Hetanî salên 1950-60 an de hê şopa Êzîdiya li ser Kurdên Anadoliyê hebû. Sîng singo dilistin, agirên mezin vêtêxistin û di dor wî agirî re govend dikşandin û kilam distiran. Digotin, ”avê li êgir neke, ocaxî te kur bibe.” Berî xwe berve rojê dikirin, dua dixwandin. Berî xwe berve hîvê dikirin, duê dixwandin. Gava ku jina porê şê dikirin, porê wan î ku diweşî veşer dikirin, digotin ”gunehê vî porî veşerin.” Gava ku me xaniyên xwe dixelandin ji nav bi çalan porê jina derdiket.

Kalê min digot, ”Ew çiyê lo hûn wek Êzîdiya serhîşikin.” Min carekî ji wî pirsî got, ”Kalo çima Êzîdî ewqas ser hişik bûne? ”Kurê min, me dîn/ola Mihemed qabul kir. Lê wan qabul nekirin,li ser dîn/ola xwe man.’ Mînakên wiha gelek in.

Qadrî Cemil Paşa jî ji bona Gawestiya wiha dibêje, di kovara Hawarê da. “Berî sed salî pirê Kurmanca koçber bûn. Havînê xwe li çiyayên Kurdistanê ên heftreng dema xwe di nav gul û gulîlkan da derbasdikirin. Pêz û dewarên xwe diçerandin. Zivistanê jî berê xwe didan ciyên dine germ. Ji fêrat heta Diclê li vê deştê hana fireh cî cî koçer dihatin. Di vê çûyin hatina koçemalî da gayên zexm û xurt û hûr mûrên malên wan hildigirtin. Yekcaran çend malan ji ber qelsbûna gayên xwe nedikaribûn tevî hêla xwe bimeşin. Ji wan vediqetin, di cîkî têr av û giya da çend rojên xwe dibihartin. Paşê diçûn digehştin heval û hogirên xwe. Qebîla Seyitxan jî yek ji wan e bû. Mînak hinek jî çiya dadikevin li deşta Dêrîkê dimînin /manê. Yên ku li dora Dêrîkê manê qebîla Rûta ye. Bi Xerecanan ve pismamê hev in.” – Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (2) an de ye .

2 – „ Gerokê bi nav û deng MOTKÎ wiha dibêje di bîraninê xwe de, ”Kurd her tim cîranê Ereb û Farisan bûn. Ji bo ku wan ji ser axa xwe biajon salê sê çar cara êrîş dibirin ser Kurda. Konên wan dişewtandin û li ber deriyê wan çi hebû ew dibirin ji xwe re. Ji Kurdan re ciyekî bi tenê ma bû. Ew jî çiya bûn. Stara xwe dikirin çiya.”

Em Kurdên ku li derdorên Ankerê, Qonyê bicîh bûne ji 12 a eşîreta hatine avakirin. Li gor hinek rûspîya bavê wan eşîretan yek bûne, diyê wan cuda bûne. Yanî dibêje serokê Reşû ya bi danzde jinan re zewiciyê. Ji her jinekê kurekî wî bûye. Ew her yek bûyê serokê eşiretekê. Îro çiqas kurd li derdora Qonyê, Ankerê û Kirşehrê hene hemû hevdû nasdikin û ji hev keçik birine û lawik zewicandine. Ew hemû xism û eqrebayê hevin.

1- Sevkî, 2- Bilkî, 3- Mîfkî, 4- Xelkî. 5- Omerî, 6- Celkî, 7- Cudkî, 8- Terkî,
9- Nasirlî, 10- Mamitî, 11- Şêxikî, 12- Sawedî. “ –
Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (3) an de ye .

3 – “Weke hinek urf û adetên di nava Kurden Aksaray ê de hene û didine xwanê, dibe ku pêşîyên wan jî Êzdî bin. Û belkî Kurdên Êzdî yên herêma Ankara û li derdora Sincan ê bicîh bûne jî merivên hevûdinê bin….. wergera ji tirkî:K.T.” – Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (4) an de ye .

4 – Dîroka Gölyazı yê :  Ev gotara birêz Yusuf Topal  jî bi zimanê Tirkî ye û li goriya dîtina min, divirde jî gelekî eşkere û zelal xwanê dibe ku,  ciyê êl û Eşîrên Xelikan jê derketine jî navenda herêma mîrgeha Xaltiya ye û baweriya gelek pêşiyên wan jî Êzdiyatî buye. Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (5) an de ye .

Vêca, gava ez li hinek  lêkolîn û pirtûkên nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me yen ku koçî nava deweletên Sovyeta berê kirine dirênim, dibînim ew jî di nêrîn û berhemên xwe de didine xwanê ku,  ciyê êl û êşîrên wan jê derketine jî navenda herêma mîrgeha Xaltiya(Serhedê) ye û baweriya piraniya pêşiyên wan jî Êzdiyatî buye.

Em birênen dîrokzanê Kurd Prof. Şakirê Xudoyê Mihoyan li ser pêşiyên xwe we dibêje:

 

“Pêşiyên min ji Qersê hatine. Sê pêlên koçberan ji Qersê û herêmên derdorê wî hatine, li Ermenîstanê herêma Elegez û derdorê wê bi cîh bûne. Li herêma Elegezê yanzdeh gundên Kurda hene. Li nahiya Talîdê dîsa yanzdeh gund hene. Lê Kurd li wira, li Êsyan kêmtir in. Kurdê mayîn, Kurdên Êzîdî, ew jî li nahiyeka deşta Araratê dijîn.

Pêla pêşîn, di salên 1854-56’a, di şerê Rusa û Tirka de hatine. Bingeha gundê me Elegez jî, di salên 1850’ê de hatiye danînê. Çimku kalê minê rehmetî digot “wekî ku pey şerê Rus û Romê du sal, sê sal derbas bûye, ez bûme.” Me jî hesab dikir û derdiket, ku di sala1856-1857’an de hatine.

Pêla diduya dîsa salên 1877-1878’an de hatine. Pêla sisiya jî wextê şerê Cihanê yê Yekemîn da hatine. Sala 1918 an de Rum hatiye, ew dem şerê Ermeniya û Tirka bû, hûn dizanin wî demî kesekî nedizanî ka çi diqewime, ne radyo, ne jî televizyon hebû.”(6)

Ji xwe gelek ji me baş dizanên ku, hîna gelek xuşk û birayên me ye nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên vê herêmê jî bi dehan kitêb û berhemên qedir buha li ser kronolojiya dîroka koç û qerkirina bav-kalên me nivîsandine. Ez teva jî bi dil û can pîroz dikim û dibêjim, bila Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta wan hêjayan qebûl bike û bejna xwe li ber tevan ditewînim.

Vêca ji ber tengaya cîh, ez naxwazim nêrîna xwe ya(birênen li çavkanî. 7 Rûpel:26- 70)ku min derheqê  dîrok, cîh, war, êşîr, êl, qebîle û rewşa mîrgeha Xaltiya de nivîsandiye ya  di virde dîsa birêz bikim. Ezê di dewsa xwe de cîh bidime nêrîna mamoste û birayê xwe Dr.Eskerê Boyîk û ew jî weha dibêje:

Ew eşîrên kurdên êzdî li dor kîjana ev lêkolîn hatye kirin xwe ra dibêjin Xaltî. Berê berê da, heta van salên dewî, wan eşîra heyîta xwe li der-dorên bajarên Sêrtê, Batmanê,qeza Qurtelanê, Erûhê, Bişêryê xweyî dikirin. Li bin zor û zulm, helandinê da çiqas diçû hesavê wan û warên wan kêm dibûn, goveka wan teng dibû. Van 15-20 salên dewyê bi masayî cî û werên xwe berdan hatine Ewropayê, xazma Almanyayê.

Wextê da mîrgeha Xalta li nav Kurdistanê da mîreheke mezin, û bi hêz bûye. Di av da ev çend eşîrên mezin bûne: Qizilî, Niqîbî, Xendeqî, Berekî, Anqosî û hinekên biçûke usa çawa Bisiyan, Biletinî, Emeran, Mamereşan û hvd. Ji van hinek niha li ser bawarya êzdîtyê nînin…

 

Çawa tê zanîn, wextekê, hela 1300 sal li berî zayînê, li der dorê golên Wanê, Ûrmyayê û çiyayê Araratê hukumdarîke mezin çê bûye û heta sala 585–an dom kirye. Dîrokê da ew bi navê Xaldî (Ûrartû) eyane. Gelo navbera navê wê dewletê û navê van eşîrên Kurdên êzdî da girêdanek heye,yan na?Ji bo dest me da delîlên anegor tune ne, em vê pirsê bihêlin dîrokzanan û paşwextîyê ra.

Lê bêjim, hela ez zarok bûm,kalê gundê me jî oda  da dicivyan, diaxivîn, çîrok digotin, li ser gelek babetan xeber didan.. Ji haj hatinçûyîna cihanê jî kêm hebûn.Xwendî jî nîbûn.Wana ne dîroka cihanê zanibû, ne jî haj tiştên kevnar û lêkolînên zanyarî, arxolojyê û medenyeta Mêzopotamyayê hebûn…Çi ji kal-bavên xwe bihîstibûn, derheqa wan tiştan da gilî dikirin. Digotin qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne…Navê çend qebîlên din jî didan, ku li nav êzdîyên Ermenistanê da hebûn (navê wan bîra min da nemane). Wan ji mîna kalên van eşîran digotin Xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne, Xaltî navê were, cîye… Eger navê war e, usane  wana herêma xwe, welatê  xwe ra gotine Xalta. Gelo navê Xelatê jî ( Sîpan  Xelat ) ji wî navî nayê?. Çawa Êzdî br xwe dibêjin hemû qebîlên êzdîyan Xaltî nînin, usa ne bi bawarya min, di bingeha Kurdan da (Kurdên êzdî jî nav da) gelek civak, medenyet û şaristanyên cûrbicûr yên wê heremê rol lîstine.

Lê gelo Kurdên wê heremê, yên Musulman çima xwe ra navêjin Xaltî…Bi texmîna min li nav wan da ev nav hatye bîrkirin, sebeb ewe û dîrok jî wê dide îzbatkirin ji pey qulibandinê ra kurdan bêtir koka xwe înkar kirine û hela gelek malmezinan koka xwe birine malbetên navdarên gel û olên desthilatdar va girêdane.

Tê texmînkirin, di dema xwe da mîrgeha Xalta mezin û bi hêz bûye. Salên 1820-1850-î eşîrên mezin, yê li wê heremê ev bûne: Qizilî, Niqîbî, Xendeqî, Anqosî, Berekî. Ji bo kilam û bîranîna da navê wan tê bîranîn. Mezinayî li wê heremê Mîrzikê Zaza mîrê qesra Ridiwanê, serokê Qizilyanyê kirye. Pêra jî lêkolînên dîrokî derdixine holê ku êle mezin bûye û li nav axa- begên fêodal da parevekirî bûye. Hevgirtin û tifaqa  xurt jî tune bûye.

Ji bo belgên dîrokî derheqa mezinayî, hesavê evdên Êzdî, gund û warên wê mîrgehê da destê me da tune, em jî wan melûmeta tînin, kîjan hevkarê me Kemal Tolan ji devê mezinên wê heremê top kirye û weşandîye. Bê şik hinek şaşî dibe vê nivîsarê da, çawa di nirxandina da usa jî hesav û navên gundên êzdîyan da hebin, lê rastîk sedî sede, ku wê demê hesavê gundên Kurdên êzdî yê wê heremê ji evên nivîsar pirtir bûne… Gelek guhestinên mezin jîyana wê heremê, û jîyana Êzdîya da bûne, dest zulm û zorê, qir û birê goveka êzdîtayê teng bûye… Mînakêke biçûk em ji dîrokê bînin: Dema fermana Sultan Mehemedê I da “Reşîd paşa êrîşê dibe li ser Kurdistanê, wê êrîşê da ewî 40 hezar Êzdî kuştine…” (Dr. P. Müllêr Sîmonîs, Dûrch Armênîên, Kûrdîstan und Mêzopotamien; Meinz 1897.)

Eger her gundekî Êzdîya da 400 nefer jî bê hesavkirin, usa ne tek wê êrîşê da 100 gunden Êzdîya hatine wêrankirin, li ser rûyê dinyayê unda bûne…Lê çiqas welgerya ne? “(8)

Belê bi rastî dilê min hêjî dixwaze, ku ez di lêkolînên xwe de bersiva gelek pirsanan bidim. Her weha çiqas navên êl û êşîrên me Kurdên li cîhanê belabûne û yên hêjî li ser axa bav-kalan hene bidime berhevûdinê û bibêjim birênên xuşk û birayên min, her çiqas dijminên ol û netewa me navên me li goriya berjivendiyên xwe guhastibin jî, em Kurd tev sêvên ji darekê ne. Hemû kultur, çande, ol, êl-êşîrên me jî gul û beybûnê li derdora dara wê sêvê ne. Belê ez çibikim, hîna ew quweta min e ku van tevan bînime ser hevûdinê kombikim tune ye. Lê, ez ji bo vê armancê ji Xwedê hêvî dikim, ku fersend û tifaqa nivîskar, rewşenbîr, zahne, dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an jî hîna mezintir bive û ew jî karîbin ji bona pêşeroja zarokên me temamiya kronolojiya dîroka  dagerkirina welatê me, bawerî, belabûn(asîmlebûn), koç û qerkirina  me Kurdan hîna çêtir zelaltir bidine nasandin û valeyên di dîroka me de sererast bikin.

 

Çavkanî

1.      Mehrdad R. Zady, Bir el Kitabi KÜRTLER- Weşanên Doz sala 2004, rûpel :72,80

2.       Hesenê Alê –  http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ku_hatin.htm

3.       Hesenê Alê –  http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ku_hatin_2.htm

4.       Memê Hileciki – http://www.birnebun.com/birnneu/birn7/aksaray.htm

5.       Yusuf Topal – http://www.golyazibirligi.com –Tarih

  1. Prof.Şakirê Xudoyê Mihoyan- http://www.demanu.com.tr/arsiv/18_07_2006_162sy/sir_dirokzane_kurd_mihoyan.htm

7.       Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne- Weşanên Dengê Êzdiyan 2000.

8.       Eskerê Boyîk- Êzdiyatî  Fermanên reş  Mîrzikê Zaza  Rûpel:193-194 – Ji weşenen Dengê Êzîdiyan 2006

Kemal Tolan

29.07.06

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi