May 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan: Duyemîn salvegera komkujiya Șengalê bibîr tînim!

Kemal Tolan: Duyemîn salvegera komkujiya Șengalê bibîr tînim!  

Kemal Tolan

Ez weke merivekî Ȇzdî, di vê duyemîn bîranîna salvegera komkujiya Șengalê de, car dinê

spasiya hemȗ kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdîtî/Kurdîtiyȇ ȗ tevaya gelȇn cîhanȇ, yȇn ku di wextê Fermanê Êzdiyan yê 74 de ji erkȇ xweyî mirovahî ȗ netewî ra xwedî derketine/derdikevin ȗ alîkariya madî, manevî dana/didine birîndar, zarok, jin ȗ mȇrȇn Ȇzdiyȇn koçber bȗne dikim!

 

Ez zahf xemgîn im ku, partiyên siyasî û rêxistinên hemû perçên Kurdistanê, me (zêdetir jî ev kesên ku di çapemenî û medyayeke Êzdî/Kurdîtiyê de ji xwe ra dibêjin; ez șêx, pîr, mîr, rewșenbîr, vekolîner, akadamîkar, șêwirmend, qahreman, fermandar, parlementer, huqûqzane, mamoste, oldar -û hwd.- an jî birêvebir û berpirsyarên sazî, mal, komeleke civaka Êzdiyatiyê me) û bi taybetî jî sazî, dezgeh, siyasetmendar û rayedarȇn Hukumeta Herȇma Kurdistanȇ (HHK) nikarîbûn heta niha wan kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdî/Kurdî û hwd., yȇn ku di beriya tevkujiya 03.08.14 de soza parastinȇ dabȗne xelqȇ Şengalȇ, lȇ dȗre ji soza dayîn ra xwedî derneketine û bȗne sedemȇn vê 74 qirkirina bawermendȇn ola Kurdî ya herî qedîm, ji bo raya giştî ra eşkere bikin.

Bi dîtina min, heta ku partî û rêxistinên Kurdistanî wan sedem û sucdarên tevkujiyan ji me û hemû kesên malbatên cangoriyan ra zelal nekin, hinek birînên ku dikarin derman nekin, sucdar di dadgehên nav dewletî û di dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî de nehêne darizandin, jenosîda me Êzdiyan di nav qada nevnetewî de neyêye pejirandin, wê tu giringiya ku em zilm û qirkirinan tenê bi çend gotinên nivîskî, devkî û dîmenên reș di çapemenî û mediyayande șermezar/rexnê bikin jî çê nebe… !

Ez hêvî ji Xwedȇ ȗ Tawisî Melek dikim ku, ew hîn zêdetir alîkariya me Kurd-Êzdiyan bikin, da ku em Kurd jî bikaribin bi hêza zanîn, kiryar û tifaqeke Kurdewarî, hemû nakokî-pirsgirêkên ku li pêș û di nava civakên Kurdî de hene bixwe çareser bikin, herêma Șengalê jî di nav Kurdistaneke serxwebuyî de ji bo me Ȇzdiyan weke parêzgeheke Êzdîxanêye otonom bi hemû Dewletȇn Yekbuyî yên Amerîkayê(DYA) , di nav tevaya netewȇn NATO’ê û welatên cîhanê de hene bidine pejirandin ȗ bi parêzin!

Dîsa ji Xwedê û Tawisî Melek hêvî dikim ku, ew tevaya zarok, jin, mȇrȇn Ȇzdî û yên hemû Kurdperwerên ku di FERMANA ȘENGALÊ 03.08.14 de cangorî bûne bi rahmeta xwe şad bikin!

 

Bila serê tevaya endamên malbatên cangoriyên Șengal û Kurdistanê sax be !

 

Car din dibêjim Şikir ji Xwedȇ ra, dijberȇn Ȇzdîtiyȇ ȗ serxwebȗna Kurdistanȇ nagehîjine tu armancȇn xwe!

 

Wêne yê nîgarkêşa kurd a êzdî Besa Peyale Cafarova ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi