April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konê Reş :Ez Qamişlo di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm

Ez Qamişlo di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm

Konê Reş

Qamişlo! Ezê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û dêmê te yê birîndar bineqişînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna birîndaran û kenê zarokan di navtar û kolanên te de bi çilmise û winda bibe.

Qamişlo! Çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze dike, wê roj here ava û serme berî çax û demên xwe bê, berî ku em li ser rûpelê deryayî îmze bikin..?!

Qamişlo! Çima berî ku em dergehê berbangê derbas bikin, nîvro ji xwe re li siyekê digere..?! Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de, reşahiya şevê bi giraniya xwe ve konê xwe di sînga te de vedigire..? Çima vedigire hêlîna min..?!! Qamişlo! Niha hêsrên şor bi ser dêmê min de di xindirin, dinesilin û axîn û nalîna min e…

Qamişlo..! Tu ketiye dilê me de û jê dernakevî! Te hêlîna xwe di peravê bîranînên me de çêkiriye û têde razaya ye..! Tu ew bajar e; Yê ku me hezê kiriye; Sînga wê, ji kul û xem, kêf û şahiya me re vekiriye û firehe..

Qamişlo! Xwîna me, mîna keriyê pezkovî, di hêrikên sibehên te de diçêre.. Ne xeme em ê şal û şapekî Botanî ji te re birêsim.. Û kum û kolozekî Xerzanî amade bikim.. Her tê bimînî bûka Cizîrê, bûka kurdan..

Erê Ezbenî! Tu dibînî bê çendî Qamişlo mîna bajarekî biyanî, li te mêze dike!!

Dilê min jî, nema di çar diryanên wê de, di çayxaneyên wê de lêdixîne.. Lê di bîstikekê de ji bîstikan, di nav êş û bêdengiyê de, navê wê bi xurtî xwe tîne hizir û bîra min.. Ez jî, wê di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm.. Erê têr digrîm..

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi