September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Zarok û Jineke Kurd a Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Zarok û Jineke Kurd a Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di van rojan de, çendîn zarok û keç û jinên Êzidî hatine peydakirin û rizgarkirin. Jineke Kurda Êzidî behsa êşa xwe dike û dibêje, çekdarên DAIŞê kirrîn û firotin bi keç û jinên Kurdên Êzidî dikirin û tekez kir, piraniya wan çekdaran jî xelkê Cezaîr û Iraqê bûn.

 

Rizgarbûyeka destê DAIŞê ya bi navê Cîhan Xêro Qasim ku  jineke Kurd a Êzdî ye, dibêje dema ew ji Baxoz derket nedixwest xwe eşkere bike, cara yekê gotibû, ku ew ji Tûnisê ye û ew demekê li Iraqê mabû, lê piştî ku ew şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk dibîne, ku bi Kurdî bi hev re daxvini, wê demê ew cesaretê distîne û ji wan re dibêje ku ew ji Şingalê ye.

 

Cîhan Xêro Qasim  dibêje tevahiya berpirsên DAIŞê li wê deverê xelkê Iraqê û çend welatên din bûn, lê ew ne Sûrî bûn.

 

Cîhan 3 caran li cem DAIŞê hatiye firotin, niha êdî jineke rizgarkirî ye û li Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Cîhan Xêro Qasim  wiha axivî: “Em serkirdayên wan nas nakin, hemû veşartî ne, hemû Iraqî û Cezrawî ne. Ez sê caran hatim frotin. Destpêkê ez ji bo kesekî Iraqî hatim frotin, xwuşka min jî li cem bû, tiştek ji min nekir. Ez ji bo kesekî din yê Iraqî firotim.

 

Gelek kes hebûn ku 6 caran, hinek 10 caran heta 20 caran jî hatin frotin. Gellekî zulm dikirin, hevalên min digotin li me xistin û xwarin û av nedidane me. Em li ser erdê radiketin, xwarin û av nedidane me, xwarinek didane me nexweş bû û nepaqij bû. Digotin, vê xwarine bixwin. Em gelek westiiyan, heta ku cil jî bûn. Tiştek nebû.”

 

Zarokekî Kurdê Êzdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

 

 

Îro zarokekî Kurdê Êzdî ji Baxoz gihişte gundekî di navbera Hesekî û Qamişlo.

 

Samir Xelîl Xedir zarokeke Kurdê Êzidî ye ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û niha li gundekî girêdayê Hesekê ye.

 

Samir Xelîl Xedir ji Rûdawê re wiha got: “DAIŞ hat em ji Şingalê birin. DAIŞiyan mêr birin ciheke din em zarok û jin û keç man. Piştre bi minibûsan hatin keş ji xwe re birin. Hinek firotin û bi hinekan re zewicin. Her cara dihatin beşek ji keçan dibirin. Em li Telaferê di medreseyan de diman. Pişt re em birin Mûsil. Piştî hikûmet hat Mûsilê em birin Ferat, Hecîn û Baxoz. Dersê Quranê dida me eger me ji ber nekiriya li me dixistin.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.