October 22, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şingal – Li Sinûnê jineka êzîdî hat kuştin

Şingal – Li Sinûnê jineka êzîdî hat kuştin

BasNews – Li devera Sinûnê ya Şingalê, jineka êzîdî ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Berpirsê PDKê li nahiya Sinûnê ya Şingalê, Êzdîn Şemo ji BasNewsê re got, îro jineka êzîdî li gundê Guhbel yê Sinûnê bi navê Sêvê Xelef (50 salî) ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Êzdîn Şemo her wiha got, heta niha nayê zanîn ew jina êzîdî çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Hevjînê wê jî ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin.

Bi gotina wî berpirsê PDKê, ew cihê ku ew jina êzîdî li hatiye kuştin, di destê PKK û Heşda Şeibî de ye. Ev cara yekem nîne mirov li wê deverê bi vî rengî tên kuştin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.