November 14, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şêx Şamo : Hinek aliyên sîyasî li Kurdistanê hene dijî Mafê Êzidîyan derdikevin

Şêx Şamo : Hinek aliyên sîyasî li Kurdistanê hene dijî Mafê Êzidîyan derdikevin

 vegohastin – Hejar Midîr Dawud -LMN

Di hevpeyvîneka dirêj da ku bi zimanê Erebî rojnamevan Xidir Xelat di gel berêz Şêx Şami pêkanîye , bi têr u teselî basê rewşa neha ya kurdên Êzidî tê kirin ..

ji berkû hevpeyvîn pir dirêje min hewil daye kurtîyekê u xalên giring ji bo Kurdîya pîtên Latînî wergêrînim …

di serî da Şêx Şamo wek serokê desteya bilinda bingehê Laliş u Endamê perlemantoya Kurdistanê basê giranîya karesata Şingal dike u dijwarîya kawdanên ku nawçe u dever dinavre derbas dibe diket u hêrişên teroristên Dahiş – ISIS bo ser deverên Kurdistanî u bi taybetî devera Şingal ..

Şêx weha di bêje : di serê karesatê da min gotarek li rûniştina ne yasayîya perlemantoyê da pêşkêşkir u neha jî wek dîkomentek dîrokî di Erşîfê perlemantoyê da heye ku min çawa daxwaza maf u hawarhatina Fermana Êzidîyan kir ye u piştra ez wek endamê şandê perlemanê kurdistanê serdana welatê Holenda kir u me doz jî li dadgeha Lahayî vekir ( Doza cînosayîd nasandina Êzidîyan li devera Şingal ) ..

her weha sebaret hewlên perlemantoyê ji bona Cînosayîd nasandina karesata Şingal Şêx Şamo di bêje : lijnek ya bilind heye li kurdistanê u berêz Qasim Husên endamê wê lijnê ye u çendîn rûniştin hantine sazkirin ji bo hindê hevbeşyek hebit sebaret nasandina Cînosayîda Şingal u her weha daku digel dadgeha navdewletî hevbigunce u di berdewamin u ji berku karên weha ne hêsanin u demek dirêj dixwaze ..

di alyekî din yê hevpeyîvîna xwede Şêx Şamo basê hewlên xwe di gel diplomatkarên Emrîkî u bîyanî li kurdistanê dike u şandê navdewletî yên hatîne kurdistanê , Şêx dibêje : her kesê serdana me kirî me hewildaye bi rastgoyana derdê xelkê me yê perîşan bigehînin cîhanê ku ya teroristên Dahiş bi serê Êzidîyan kirî ku Kuştina bi kom u

revandina Jin u Keç u Zarokên Êzidîyan u dagîrkirn devera Şingal her tişt me bi zelalî gehandîye civaka navdewletî .. her weha Şêx Şamo anîziman : min hewildaye tim derd u daxwaziyên Êzidîyan bigehînim hersê serokatiyên Kurdistanê u her weha axiftina min ya roja 03:08:2015 li hola konfiransa li serokatîya zankoya Dihok ku serok Barzanî bi xwe amadebibu min derdê xelkê perîşanê Êzidîyan gehand u her weha ew peyîva Kunsilê giştî yê USA ku di rêya bingehê Laliş ra pêşkêşî civaka Êzidîyan kirbû ..

sebaret mafê Êzidîyan li Kurdistanê … Şêx Şamo dibêje : hinek alîyên sîyasî hene ku bi aşkirayî dijî mafê Êzidîyan deng dan u hevpeymanên çar qolî ( Yekgirtû Îslamî, Komela Îslamî , bizava Goran u YNK – Êketîya niştîmanîya kurdistanê ) u dikarim dû nimûna bînim ziman :

1- min wek endamê perlemanê Kurdistanê li ser firaksiyona Zer – PDK xwest ji bo Êzidîyan nûnerek hebe di Komisyona helbijartinan da li Kurdistanê lê her çar Aliyan red kirin u deng li dijî daxwazîya min ya ji bona mafê Êzidîyan dan .

2- ji bo lijna 21 kesî ya destûtrê Herêma Kurdistanê , dîsa min daxwaz kir nûnerê Êzidîyan hebe lê mixabin her çar alî li dijî mafê me derketin .

lê firaksiyona PDK li ser fermana serok Barzanî nûnrekî Êzidîyan derbasî lijnê kir .. berîya heyamekê min lêdwan dan ku pirojê min di rêya firaksiyona PDK ra heye ku li perlemantoya Kurdistanê mafê Kuta 5 nûnerên Êzidîyan li perlemantoyê hebe u 3 nûner li civata parêzgeha Dihok hebin ev piroje giringe xwendin ji bo hatîye kirin lê neha ji ber mesala serokatîya herêmê hêjî bi giştî bi dawî nehatîye ..

sebaret rolê bingehê Laliş … Şêx Şamo : her tayekî u nivîsgeheka bingehê laliş li gorî karînin xwe xizmet kir, sereray deverên me dagîrkirî bûne u endamên me tert u bela bûne u di bê cihin lê li baragayê bingehê Laliş xizmeta xwe dikin her weha tayên Xankê u Şarîya u Baadrê u Şêxan karê xwe berdewam dikin

.. her Bingehê laliş Elmanîya ku di aliyê dilomatî da u peywendîyan digel saziyên navdewletî karekî baş kir u her weha alîkariyên mirovî jî rewaneyî Awaran yan li kurdistanê kirin .

li vir hevkarîya Mala Êzidîyan Oldenborg u hewlên wan ku ta neha nêzî 20 LKW – tirombêlîn barhilgir rawenyî kurdistanê kirne u rolekî mezin lîstina ji bo xizmeta Êzidîyan u her weha mal u komleên din jî alîkarî şandine u bingehê laliş jêre bû ye harîkar u gehandine awereyan ..

li dawiya hevpeyîvîna xwe da Şêx Şamo derbareyî rolê genc u çalakvanên Êzidîyand xeber dide : em li bingehê Laliş tim piştevanên genc u çalakvanên Êzidîne u gelek caran jî hizr u pêşinyarên baş u ku hêjana kar u dufçon li ser pête kirin u dergeh ji bo her kesî vekirye ..

lê divê ku bête zanîn dibe ku em nikarin li hemî rûniştin u workşop u civîna da amadebibin lê raman wê ne ewe ku em naxwazin .

şêx Şamo cara yekemîne vê yekê dibêje : li demê karesata Şingal li ser kîsê xwe u malabata xwe bo mawê 45 rojan xwarin u vexwarna 5 hezar ta 7 hezar awereyên Şingal dabîn dikir u hevdem rê ne dida wêne u vîdeo yan bigrin u rîklamê bikin u li Medîyayê belefbikin .. bi Erebî Rojnamevan Xidir Xelat

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.