September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şêx Şamo : di Sala 2014ê da kar dikin ji bo damezirandina Radiyo yeka taybet bi Êzidîyan ve

Şêx Şamo : di Sala 2014ê da kar dikin ji bo  damezirînin Radiyo yeka taybet bi Êzidîyan ve

W.Hejar Midîr  . N Jafer Simo – LMN

Di civîna dawiya sala 2013 da ya desteya bilinda bingehê Laliş – li Duhok bi serokatîya Şêx Şamo serokê desteyê u bi tevlî bûna tevaya Endamên desteyê u serokên Tayên bingehê Laliş li deverên Êzidîyan giringtirîn kar u pirojên sala 2013 yên bingehê Laliş hatine niqaşkirin .

Her hosa Şêx Şamo di wê civînê da ya ku li baragayê bingehê Laliş li roja 26.12.2013 da pêkhatî  ragihand bingehê Laliş piştevanîya wê sikalaya(Dawa Dadgehê)  li dijê kesê ku binavê ( AbdilWahid ) dikin ji berku rewşa komekayetîya kurdistanê dike di metirsiyê da u hêrişî Êzidîyan dike.

Sebaret rewşa Qotabiyên Êzidî u vegohastina wan ji zanîngehên Mosil u naverasta Îraqê bo zanîngehên Kurdistanê ji ber gefên terirustan Şêx Şamo got : em berdewam kar dikin ji bo dabînkirn u ser rast kirna vegohastina xwendevanên Êzidî u pêşeroja wan lê ji berku bisporî u hemerengî u ne ek sîstem di navbera zanîngehên kurdistanê u Îraqê da hene alozî têne pêşîya vegohastina wan , hevdem sopasîya hemi sazîyên perwerdê u zanistî yê Hukometa kurdistanê dikin ji bo alîkarîya wan ,

Her hosa Şêx Şamo bas li avayê nû yê bingehê Laliş li Duhok kir u got : li bere li rojên bêt da  em herin baragayê xwe yê nû piştî bi sopasî ve ji bal hukometa herêma kurdistanê ve hatî avakirna bi awakî ku layîqê kar u xizmeta Lalişe .her dîsa avayên tayên bingehê laliş li deverên Êzidîya ketine dinav mîzanî u budceya 2014 ya hukometa kurdistanê de u amaje da nujenkirna Holên Laliş li deverên Êzidîya ku xizmeteka baş ji bo civaka kurdên Êzidî diken .

Serokê desteya bilinda bingehê Laliş bal kişande li ser karê rewşenbîrî u çapkirna pertok u rojname u Kovaran u bi bilindî nirxand u got: piştevanî li nivîskar u berhemê wan ji erkê binegehê meye  ji layêk dinve Şêx Şamo basê rol u hinera Bngehê Laliş – Elmanîya kir u got : Lalişa Elmanîya bo zîyaretgeha sîyasetmedar u nivîskarên kurd u bi taybetî kurdên Êzidî u kar u xebatela baş u hejî jib o revenda kurdên Êzidî li derveyî welat dike ..

Li dawiyê Şêx Şamo base pirojên sala nû 2014 da ki ku ji bal bingehê laliş vet ê pilankirin u giringtirîn piroje ew bû ku kar dikin ji bo damezrandina Radiyo yeka taybet bi kurdên Êzidî ve ..

 

 

 

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.