August 20, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rizgarbûyekî êzdî:Li Baxozê‌ da’şê‌ bi şêweyekî dirndane azar di dayn

Rizgarbûyekî êzdî:Li baxozê‌ da’şê‌ bi şêweyekî dirndane azar di dayn
Tora laliş ya ragehandinê‌

Zaroyekî rizgarbûyê‌ êzdî li Baxoza Sûrî aşkerakir ku tîrorstên da’şê‌ bi şêweyekî dirndane reftar digel me da dikr û azar didayn, naçar dikrîn quranê‌ bxûnîn û meşqdayn liser bikarînana çekî.

(Dildar Aelî Revo) zaroyekî rizgarbûyê‌ êzdî xelkê‌ gundê‌ Koço bo rojnama dengê‌ laliş aşkerakir,li roja(3/8/2014)ê‌ dema tîrorstên da’şê‌ hêrşî qeza şingal krî û gundê‌ koço dûrpêçkirî l(15/8/2014)ê‌ da’ş zelam û jin li qutabxana gundî komkirn û jin û zilam cudakirn û zelam kuştin, ez digel deyk û xuşk û brayên xo brîne Solaxê‌ paşî brîne qeza Tille’fer û heşt heyvan li wêderê‌ hêlayn, paş deyk û xuşkên min bi zorî birn û cudakrîn û ez digel dû brayên xo brme Sûrya li devera Bukemal li wêderê‌ naçarkrîn quranê‌ bxûnîn û jiber bikeyn û meşqdayn liser bikarînana çekî, piştî bo çend deverên dî li sûrya veguhastîn dawî car veguhastîne Baxuzê‌ û xwarn nebû bi şêweyekî dirndane reftar digel me dikir û heke me tunêl ne kolaban azar didayn.

wî rizgarbuyî xuyakir, li Baxozê‌ rojê‌ carekê‌ xwarn dixwar û mawê‌ yazde heyvan divê‌ rewşê‌َ da buyn, paşî li operasyona rizgarkirna bajêrî li heyva adara(2019)ê‌ digel svîlan derkeftîn û hatme rzgarkirn, hîvîdarm deyk û bab û xuşk û brayên min bêne rizgarkirn.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.