January 21, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PKK li Şingalê amadekariya şer dike

PKK li Şingalê amadekariya şer dike

 BasNews

Herçend Amerîkayê PKK hişyar jî kiriye ku ji Şingalê vekêşe û rewşa navçeyê aloz neke, lê PKKê bi biryara Qendîlê, nêzîk hezar çekdar rêkirine sînorê rojavayê Kurdistanê ku nêzîke li Xanesorê. Fermandarê Pêşmerge jî radigehîne ku eger biryara şer dabin dê heman çarenivîsa DAIŞê ji bo wan jî pêkbê.

Çavkaniyeke çavdêr li Şingalê ji rojnameya Bas re aşkera kir, piştî aloziyên li Şingalê û pêkhatina şer di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên PKKê li Xanesor a nêzîk rojavayê Kurdistanê, PKK bi fermana Qendîlê ve nêzîk hezar çekdar li bajarên Qamişlo û Efrîn û ew hêza ku li Minbîcê vekêşiyaye li gel hejmarek çekdar ku berê li Qendîlê bûn, aniye sînorê Xanesorê û li beramber hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bicîh kirine.

Heman çavkaniyê got: ‘’Rêveberên PKKê li Qendîl nakokî li ser şerê Pêşmerge ketiye navbera wan û her du baskên serekî yên PKKê li ser vê pirsê nakok in. ew nakokî li ser fermandarên PKKê yên li Şingalê jî reng daye û hin ji wan fermandarên ku di civînê de bûn li gel fermandarên Pêşmerge li Şingalê, piştî bûyerê cuda axaftin kirine.’’

Herwaha heman çavkaniyê got, hin ji wan rêveberan pir nerm û pir nîgeran bûn ji ber bûyerê û hin ji wan jî tund diaxiftin û herwaha diyar kir: ‘’Ew baskê PKKê ku Cemîl Bayik birêve dibe û nêzîkî Îranê û Malikî ye alîgirên şer in û baskê din ê nêzîk Murad Karayilan jî, piraniya wan vî şerî rewa nabînin.’’

Cîgirê fermandarê Pêşmerge li Şingalê Emîd Simê ji rojnameya Bas re ragehand, bi tu awayekê em naxwazin şer li gel PKKê bê kirin, me daxwaz kiriye ku navçeyê vala bikin û got: ‘’Ez hêvîdarim PKK bi wî dema me li gel wan axaftiye ji navçeyê vekêşin û armanca wan ne şer be, eger biryara wan şer jî be wê demê çarenivîsa wan jî ji ya DAIŞê baştir nabe.’’

Berî naha konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bersiva pirseke Bas da û derbarê PKKê de ragehandibû: ‘’Amerîka PKKê wek rêxistineke terorîst dizane, nabe ti rolekî wan li Şingalê hebe û hebûna hêzên PKKê li wê navçeyê em astengiyeke mezin dibînin bo aştî û vegera koçberan.’’

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.