September 19, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nadiye Murad: Ji bilî dadmendiyê ti xelatek nikare kerameta me vegerîne

Nadiye Murad: Ji bilî dadmendiyê ti xelatek nikare kerameta me vegerîne

Oslo (Rûdaw) Keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad îro li Oslo ya paytexta Norwêjê Xelata Nobel a Aştiyê y abo sala 2018an wergirt û di gotarekê de jî piştî wergirtina xelatê got: “Ji bilî dadperweriyê, ti xelatek nikare kerameta me vegerîne.”

Bi helkefta xelatkirina Keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad û pijîşkekî xelkê Kongoyê  Dr. Denis Mukwege îro Duşembiyê (10-12-2018) li bajarê Osloyê merasimek hat sazkirin.

Keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, îro Duşembiyê (10-12-2018) li bajarê Osloyê di merasîma dabeşkirina xelata Nobel a Aştiyê de ragihand: “Cenosîda Êzidiyan jiyana tevahiya civaka Êzidî guherand…, divê tawanbarên şerê dijî Êzidiyan bêne cezakirin.”

Derbarê DAIŞê de jî, Nadiye Murad got: “DAIŞê hewl da, ku pêkhateyeke sereke li Iraqê ji nav bibe, DAIŞê hemû xewnên min ji nav birin û jiyana me têk bir.”

Di beşeke gota xwe de keça Kurda Êzidî, Nadiye Murad wiha axivî:

“Li ser vê xelatkirinê ez spasiya we dikim, lê bi rastî ti xelatek li cîhanê nikare rûmeta me vegerîne û dadmendiyê bicî bike.

Wergirtina xelata Nobel a Aştiyê ligel Dr. Dr. Denis Mukwege bo min cihê pê şaneziyê ye. Ev bû dengê keç û jinên rastî destdirêjiyê hatine.

Ez îro dixwazim bi dilsozî behsa ka çawa jiyana min û civaka Êzidya veguherî û li Iraqê DAIŞê çawa jin kirin koleyên xwe, zilam kuştin û perestgehên olî wêran kirin. DAIŞê hewl da hinek pêkhateyên girîng ên Iraqê ji holê rake. DAIŞê tevahiya xeyalên me têk bir û jiyana me serobînî kir.
Îro ji bo min rojeke taybet e. Îro roja ku başî li hemberî xirabiyan serkeftî ye. Îro roja ku mirovahiyê kariye terorê ye. Ez hêvî dikim ku îro bibe roja destpêkê ya aştiyê û heyameke nû dest pê bike.Em wek jinên cîhanî yên rastî destdirêjiyê hatine divê me beşdarî nexşereyeke bo beravaniya jin, zarok û pekhateyan bibin.

Ez li gundê Koço yê Şingalê wek zarokan dijiyam. Min bi navê xelata Nobel a Aştiyê tiştek nebihîstibû. Haya min ji şer û rikeberiyên heroj li cihanê rû didin de tinebû. Min nedizanî mirov dikarin li hemberî hev ew wasî xirab dibin û şerê hev dikin.

Min wekî her keçek biçûk xeyala xwendinê dikir. Xeyala min ew bû ku ez li gundê xwe navendeke ciwankariyê vekim û ligel malbata xwe bijîm. Lê xeyalên min bûn kabûsên min. Tiştên min pêşbînî nedkirin hatin serê min. Komkujiyê qewimî. Di komkujiyê de 6 bira û 2 xuşkêm min hatin kuştin. Tevahiya malbatên Êzidî wekî min çîrokên wan jî hene. Di şevek û rojekê de jiyana me hat guhertin. Malbatên Êzidî ji hev hatin veqetandin. Civaka aştîxwaz çawa bû ku bibe qurbaniya şerî. Civaka di dîrokê de gelek caran ji ber çand û ola xwe rastî komkujiyê hatiye. Ji ber komkujiyan hejmara Êzidiyan li Tirkiyê kêm bûye. Rêjeya Êzidiyên li Sûriyê derdora 80 hezar kesî bû. Lê niha kemî 5 hezaran mane. Êzidiyên li Iraqê jî rû bi rûyê me heman tişt bûne. Li Iraqê jî rêjeya Êzidiyan kêm bûye. DAIŞê xwe vê baweriyê ji holê rake.
Hikûmeta Iraq û Kurdistanê nekarin berevaniya me bikin. Malên me, malbatên me, xeyalên me, kevneşopiyên me û rûmeta me nema. Piştî komkujiiyê civaka navnetewî sozek da me. Gelek welatan ew wek komkijiyê qebûl kirin, lê komkujî hêj berdewam e. Tinekirina me hêj berdewam e. Rewşa Êzidiyên di girtigehên DAIŞê de heta niha jî nehatiye guhertin. Êzidî hêj li kampên koçberan dijîn. Cihên ku DAIŞê wêrankirine hêj nehatine avakirin. Kesên serperiştiya komkujiyê kirine hêj nehatine cezakirin. Em naxwazin hûn zêdetir sozan bidin me. Em dixwazin wan sozên ku we dane hûn bicih bikin.

Ti xelatek nikare qereboya mirov û hezkiriyên me bike ku bê ti gunehek hatin kuştin û sebîkirin, tenê ji ber ku ew Êzdî ne.Ti xelatek nikare jiyana me ya normal di nav xizm û hevalên me de vegerîne, bê dadmendî û bicîkirina wê û parastina civaka mayî.

Van rojan em salvegera 70 ya rêkevtina Netewên Yekbûyî ya rêgirtin ji komkûjiyan û cezakirina encamderên wê. Civaka me ev çar sal in di bin komkujiyê de ye.
Civaka Navneteweyî ne tenê rê li ber vê komkujiyê negirt, lê nikarîbû vê komkujiyê jî rawestîne û nikarîbû cezayê tawankaran jî bide.
Gelek civakên din yên lawaz li cîhanê hene ku rubirûyê qirkirina nejadî dibin, cudakarî û guhertina nasnameyê dibin.
Parastina Êzidiyan û hemû civakên din yên lawaz berpirsiya civaka navdewletî û dezgehî dine, ew jî ji bo parastina mafê mirovan û kemîneyan e.”

Nadya Murad

– Keçeke Kurd a Êzdî ye

– Çalakvan e di warê mafên mirovan de

– 1993 li gundê Koço li Şengalê ji dayik bû

– 2014 ji aliyê DAIŞê ve hate revandin

– 3 mehan li jêr destê DAIŞê ma

– 2015 di çarçoveya programeke koçberan de çû Almanyayê

– Berfanbara 2015 li Encûmena Asayişê gotarek pêşkêş kir

– Îlona 2016 bû balyoza niyazpakiyê ya NY

– 2016an Xelata Saxarov ji aliyê parlementoya Ewropayê ve wergirt

– Cotmeha 2018 Xelata Nobel a Aştiyê bidest xist

Denis Mukwege

– Bijîşkekî Kongoyî ye

– 1955an jidayik bû

– Zanista bijîşkî li Burudi û Fransayê xwendiye

– 2015an bawernameya doktora ji “Zanîngeha Azadî ya Brussels” bidest xist

– 1999an Nexweşxaneya “Panzî” li Kongoyê damezrand

– Nexweşxaneyê bêhtir ji 85 hezar nexweş çareser kirine

– Mukwege çareserî ji bo hezarên jinan kiriye, ku di şer de, destdirêjî li ser wan hatiye kirin

– 2012an li NY gotarek pêşkêş kir

– Destdirêjiya seksî li dijî jinan li Kongoyê şermezar kir

– Mijdara 2012 êrîş li ser mala wî hate kirin

– Neçar bû çend mehan ji welat derkeve

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.