October 19, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Marwan Rasho :SERXWEBUN,A KURDÎSTAN HEQE HELALE LI MILETÊ KURD!!

SERXWEBUN,A KURDÎSTAN HEQE HELALE LI MILETÊ KURD!!

SERXWEBUN,A KURDÎSTAN HEQE HELALE LI MILETÊ KURD!! Kurdistan heye u kudji hene lê dewleta wê tuneye ji bo çi? Kurda ji bo dewletbuna Tirka,Farisa, Ereba şer kirin xwin rijandin xelk kirin dewlet xweji hiştin bindest.
Ger dewletbun an serxwebun tiştek xerabbuya dunyayê wê çima xwin birjanda çima wê sinor danina bo parastina qewmê xwe? Diroka serxwebuna hemu miletan bi xweber çênebuye. Bi kuştin,talan,u ceng herkes gihiştine mafê xwe û bi serbilindi jiyan dikin.
Li Welatême Kurdistan gelek car serhildan çêbun û ji ber gelek sedeman herdem hate şikandin. Ev 40 salên dawi li herçar perçê Kurdistan qiz,xortê kurdan çek rakirin bi qahremani berxwedan.
Her pêşmergak beri şehid bikevin ser zinar ,şikeft û berqefan dinivisandin “Ji serxwebun û azadiyê bi rumettir tiştek nine” Disa li zindanan bin işkencê grande ta nefesa dawi digotin bîjî SERXWEBUN .
Elbet navê serxwebun naveki xweşe lê bidestxistina wê ne hewqas hêsane. Her perçaki kurdistan li gor rewşa perçên lê dijin dikarin gav bi gav berbi serxwebun biçin. Hinek zu hinek dereng lê herdem gav avêtin bila ji bo serxwebunêbe.
Nabe û nayê qebulkirin ku Kurd bejnaxwe ji bo dewletbun û serxwebuna dijminê xwe bitewine û ji xwere demokrasiyê bixwaze. Me li perçê bakur dit bê çawa wekilên kurda girtin u brin zindanan.
Me dit bê çawa şaredarên Kurdan girtin li şunawan xwinvexwarên kurdan li saredariyan bi cih kirin. Ev nimune dide diyarkirin ku tu nebe dewlet û serbixwe neyar wê bide û disa bistine.ger em bistinin disa neyar wê jî me bistine weke nuha Jime stend.
Serxwebuna Kurdistan ne ji bo partike em li ber derkevin. Kurdistan ne milkê şexs û partiyane .
Îroj ew şexs û parti îroj hene sibe wê tunebin.
Ji bo pêşeroja kurd u Kurdistan ji serxwebunêre bibêjin belê ev deyneki kurdperweriyêye .
Bila rexne û niqaşên me rawestin ta referandumê. Elbet rexneyên me wê hebin ji bo şexs û partiyên Kurd.
Lê ji bo netewi ferze li nava cihanê yekdengiyame hebe. Bîjî serxwebuna Kurdistan BÎjÎ gelê kurd BÎjî kurd ü kurdistan
Merwan Rasho
15.09.2017

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.