October 22, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Rojavayê Kurdistanê metirsî li ser hebûna Kurdên Êzidî heye

Li Rojavayê Kurdistanê metirsî li ser hebûna Kurdên Êzidî heye

Qamişlo (Rûdaw) – Ji ber şer û hebûna gefên hêzên tûndrew, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, hebûna Kurdên Êzdî ketiye metirsiyê. Bi hezaran ji Kurdên Êzdî koçberî Ewropa bûne, û êdî kêm Kurdên Êzdî tên dîtin.

Gundê Til Xatûnê yek ji mezintirîn gundê Kurdên Êzîda ye li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku ji 100 malbatên Kurdên Êzdî niha bi tenê 10 malbat mane.

Li Gundê Til Xatûnê dengê xwizayê û ajalên kedî bi ser yê gudiyan dikeve, her tişt li vir ji mirovan bêhtir tên dîtin. Siltanê jineke Kurda Êzîdî ye piştî ku her deh zarokên wê cûna Almaniya, niha ew hevjînê xwe bi tenê mana ,ew ji vegera zarokên xwe bê hêvî bûye.

Siltanê Hesen dibêje: “6 keçekên min hene û 4 kur hemû li Almanyayê ne, em li vir mane, em  naçin ew jî venegerin “

Nêzîkî sed malbatên Kurdên Êzîdî li Gundê Til Xatûnê diman, lê niha ji 10 malbatan kêmtir mane. Silêman Geros behsa koçberiya  Kurdên Êzidî dike û tekeziyê li ser wê yekê dike ku ti cudahî di navbera Kurdên Misliman û yên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê nebû û koçberiya  Êzidyan ne ji niha ve destpê kiriye/

Silêman Geros Şemdîn got: “Koçberiya Êzidiyan ji salên 80an destpê kiriyê. Destpêkê Êzidiyên li Tirkiyê koçberê Almanyayê bûn û dûv re yên çûbûn mirovên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê birin. Ji aliyê Misilmanên Sûriye û Rojavayê tiştek xirab li Êzidyên vê derê nehatiye kirin. Ev rastiyek e û herkes vê yekê dizane. Kurdên Êzidî û Misilman wekhev bûn. dû wan ,hêviyek me heye berî em qer bibin ku Alman wan vegerînjn”

56 gundên Êzîdiyan li Herêma Cizîrê hene ku li navçeyên Cerihê ya Terbespiyê 5 gundên wan li tenişt hev ne ji sedî 90 valabû û sê gundên wan ê hevbeş li gel Suryanan jî hene ku sed ji sedî vala bûne.

Kurdên Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê bi giştî bi Kurdperweriyê naskirî bûn lê tirs heye ku ev dever bi giştî ji Êzidiyan vala bibe.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.