February 20, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

“Li Bakur pîrên Êzdîyan pir kêm in”

“Li Bakur pîrên Êzdîyan pir kêm in”

K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji alîyê Akademîya Îlahîyatê ya Anadoluyê ve li ser bawerîya Êzdayetîyê konferansekê hate kirin. Akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Metîn Bozanê ku li ser Kurdên Êzidî lêkolînan dike gotarekê pêşkêş kir û da zanîn ku ji alîyê ayîn û ruknên olî ve pirsgirêka Êzidîyên li bakur hene. Her wiha di konferansê da xwendekar û beşdarên Kurd jî didin zanîn ku li akademî û îlahîyatên Tirkîyeyê divê bi awayekî objektif û zanistî xebatên akademik bên kirin.

Li zanîngeh û akademîya Tirkiyeyê jixwe xebatên akademik û zanistî yên li ser Kurd û Kurdistanê kêm in û îja yek ji mijarên ku li akademî û îlahîyatên Tirkîyeyê herî kêm behs lê tê kirin bawerî û ola Êzdayetîyê û Kurdên Êzidî ne. Li Enqereyê ji alîyê Akademîya Îlahîyatê ya Anadoluyê ve bi sernavê, “Avabûna Êzdayetîyê, Ramanên wê û di nav proseya dîrokî da cudahîyên wê” konferansekê hat sazkirin. Axaftvanê konferansê akademîsyenê Kurd yê Zanîngeha Dîcleya Dîyarbekirê Prof.Dr.Metîn Bozan bû. Akademîsyenê Mêrdînî ku di sala 2012an da ji nav weşanên Nûbiharê kitêbekê bi navê “Şêx Edî bîn Musafir û Di Bawerîya Êzdayetîyê da Cihê Wî” nivîsandîye ji kêm akademîsyenan e ku li ser ola Êzdayetîyê xebatên zanistî dike.

Li gorî amarên nefermî hejmara Êzidîyên ku li Riha, Êlih û Mêrdînê mane li derdora 500î ye. Metîn Bozan dide zanîn, yek ji pirsgirêkên Êzidîyên li bakur ew e ku qewal û pîrên wan pir kêm in ku ew nikarin bi awayekî rêk û pêk erk û ayînên xwe yên olî bînin cih.

Beşekî beşdarên konferansê xwendekarên Kurd yên beşa Îlahîyatê bûn. Ji wan xwendekaran Hîcret Îçyer li beşa Îlahîyata Enqereyê dixwîne û ew li ser bawerîya Êzidîyan lêkolînan dike. Heta Hîcret berîya çend mehan li Qubîna Êlihê serdana gundekî Êzidîya dike û li gel pîrê Êzidîyan hevpeyvînekê dirêj dike û li beşa xwe derbarê ola Êzdayetîyê da semînerekê jî dide. Hîcret Îçyer dibêje, haya piranîya akademîsyen û xwendekarên Tirk ji Êzidîyan nîne û wan şaş nas dikin.

Kurdên Êzidî ku ji ber bîr û baweriyên xwe tim di bin metirsî û talûkeyê de ne, li Tirkîyeyê piştî sala 2014an ya Komkujîya Şingalê zêdetir hatin naskirin û behskirin. Akademîsyen û xwendekar dibêjin divê li akademî û zanîngehên Tirkîye û bakur li ser Êzidîyan xebatên akademik û zanistî bên kirin û ola Êzdayetîyê li gorî çavkanîyên rast bên nivîsîn û vegotin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.