December 14, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konferansa Êzdiyatî berbi ku- pêșeroja Êzdiyan

Konferansa Cihanî ya șeșa
 
Navenda Lêkolînên Êzdînasyê
Êzdiyatî berbi ku- pêșeroja Êzdiyan
 
 
 
Slogana Konfêransê:
 
„Ȇzdiyatî wê çawa bê parastin.“

 

 
 
 
Dem:11 ȗ 12 ê Sibatê 2017
Mala Êzîdîyan Oldênbûrg
 
Êzdiyatî berbi ku- pêșîroja Êzdiyan
„Ȇzdî gerekê êzdiyatya xwe bi parêzin“
 
 
 
Civaka êzdiyan di riya dîroka xwe ya dijwer da niha demeke pir
nerehet û aloz derbas dibe. Eva devedevî 40-50 sal in Kurdistanê da
cî-warên êzdiyan xalî û vala dibin. Ji ber gelek sedema va werê
kal-bavên xwe dihêlin li temamiya cihanê bela dibin, li ber dijweriyên
koçberiyê disekinin. Civaka Ȇzdî di nav demeke pir kin da ji
civakeke rojhilatî bûn civaka cihanî.
 
3 ê Tebaxa 2014 an, kereseta Şengalê tevî tragêdiya mezin Ȇzdî li ber
gelek pirsgirêkên navxweyî jî dan sekinandin. Bûyarên komkujiyê
nîşan dan ku rêvabirî ȗ serokatiya Ȇzdiyan hê jî ne bûne merkeza
tifaq, yekîtî û hevgirtina gel..
 
Wan buyeran nîşan dan, ku bo tifaq û xweparastina civakê pêwîstiya
hêzkirina sistêmeke hevkariyêye xurt ya nu di navbera rêvabirî û
rêxistinên êzdiyan da hatiye.
 
Berê jî jiyana êzdiyan rehet nîbû. Tim li nav zulmê û komkujiyan
da bûn. Eger berê ji cîkî direviyan cîkî din, payê pirê hevra diçûn,
bi pêşîkêş, oldarên xwe va. Mecalên dûrçûyînê tune bûn, nikaribûn
dûr biçûna. Gelê dihatine navê jî bi asta pêşvaçûyînê ji ya wan
bilindtir û pirr cudatir nîbû. Cûrê mijûlbûna wan jî nedihat
guhestin. Astengiyên ziman û nişteçîtiyê kêm bûn. Hêviyên vegerê
tim dilê wanda hebûn, lê koçberiya vê dewranê teherekî din e. Kê
çawa kare wusa çara serê xwe dibîne, rêya hezara kîlomêtira
didin e ber xwe. Carekêva cûrê jiyana wan tê guhestin, gundiyê
duh dibe bajarîyê bajarê dewra 21î modêrn.
 
Raste, halê koçberê Ȇzdî yê aborê baș dibe, Ji zulm û zora olperestyê
xilas dibin, kes nikare bo êzdîbûnê zulmê wan bike, wan ra derfetê
kûlttûrî, perwerdê yê pêșketinê vedibin lê heyîtya ezditiya wan dikeve
bin xetere. Vekirina hinek Malên Ȇzdiyan dixwezin wê valayê tijekin lê
pirsgirêk pirin û karê wan têrê nake
 
Komkujiya Şengalê ji hêlekê ve êzdî pir êşandin, lê ji hêla din va jî
tiştên erênî anîne holê. Gelê li cihanê belabûyî nirxê xwe yê olî û
netewî hisya, le xweyî derket. Dewlet û walatan Ȇzdî nas kirin. Gelek,
vê tengasiyê da wan xweyî derketin, destê alîkarya moralî û madî
dirêjî wan kirin.Lê li gel van hêviyan jî dûrbûna wan ji warê wan
xetereke pir mezin e.Di wan guhestina ra ne civak pak hazir e, ne jî
oldarî, ne jî rêvabiriya Ȇzdiyan.
 
Ev û gelek pirsgirêk ên wa wê bibin babetên Konfêransa me ya 6 a.
 
 
 
R O J E V A K O N F Ê R A N S Ê
 
Roj I – 11.02.2017
 
11:00 Vekirin
 
11:02 Def û Şibab
11:10 Peyva Mala Ȇzdiyan
Șahab Dag
11:20 Peyva Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê
Dr. Eskerê Boyîk
11:35 Peyvên mêvanan.
12:00 Civata ruhanî ji despêkê heya niha
Îdo Babê Șêx
 
12:.20 Parastina Ȇzdiyatiyê
 
Dr.Nehro Zagros
 
12.40 Pirs û bersîv
13:00Navbirî
 
13:20 Êzdiyatî berbi êzdîtiyê
Kovan Xankî
 
13:40 Perwerda êzdîtayê
Pîr Xidir Silêman
14:00Pirs û bersîv
14:20PeyvaMêvanan
 
 
14:40-15:40 FRAVÎN
 
 
15:40 Ȇzdî û çakasazî /Çakasaziya system û yasayên,
Çîn û grûpên zewacê li cem Êzdiyan
Bedel Feqîr Hecî
 
16:00 Êzdîtî-Ziman-Elfeba
Newaf Mîro
16:20Pirs û bersîn
16:40– 17:00 Peyvê Mêvanan
 
Roj II -12.02.2017
11:00 Vekirin
 
11:10:Êzdî di diyaspora Alman da
TêlîmTolan
11:30 Rewșa êzdîtiyê di nav weletên Sovêta Berê da
Pîr Dîma
 
11:50 Pirs û bersîv
 
12:10 Navbirî
 
12:30 Rewșa Ȇzdiyatiye li Ermenistanê
Dr. Têmûr Hasanyan
 
12:50. Șengal, Ȇzdiyatî, rewșeke dijwer, û pêșrojeke mijewî- Dawud Șemgalî
 
13:10 Pirs û bersîv
13:30 Peyvên mêvanan
14:00 Tomerîkirina karê Konfêransê

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.