April 03, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Îro êzdî merasîmên cejna Xidir Ilyas birêve dibin

Îro êzdî merasîmên cejna Xidir Ilyas birêve dibin

BasNews – Berpirsê beşa rewşenbîrî ya desteya bilind a bingeha Laleşê yê rewşenbîrî û civakî li Duhokê diyar kir, îro 20.02.2020ê êzdî merasîmên cejna Xidir Ilyas û Xidir Nebî birêve dibin.

Berpirsê beşa rewşenbîrî li desteya bilind a bingehê Laleşê yê rewşenbîrî û civakî li Duhokê Şemo Qasim ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berî bibe cejn, ji her kesekî bixwaze yê nave wî Xidir Ilyas jî be dê sê rojan rojî be, roja piştre jî dê cejnê bike. Îro û sibe jî cejna Xidir Ilyas û Xidir Nebî ye. êzdî genim û ceh û tovik û çend cureyên din yên pêxorên hişk nav yek de dê çêbikin û bikin xwarinek. Ev cejna jî girêdayî xwezayê ye. kevneşopiyekî din a xweşik di vê cejnê de heye ew jî kur û keçên êzdî eger di xewnê de biçin ser ava malekê êzdî dibêjin ew kur û keç dê bibin qismetê hev.’’

Herwaha got: ‘’Êzdî li malên xwe pêxwarinê datînin, dibêjin eger Xidir Ilyas hate ser û nîşanek li ser bike, ev nîşana xêr û bereketê ye û gelek merasîmên taybet vê cejnê de hene birêve diçin.’’

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.