September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hingivê Şingalê bi kalîteya xwe bala welatên derve dikşîne

Hingivê Şingalê bi kalîteya xwe bala welatên derve dikşîne

Şingal (Rûdaw) Li gor amaran berhema salane ya hingivê devera Şingalê nêzîkî 75 ton e, îsal berhema wan dê zêdetir bibe û piraniya berhemên xwe dişînin Erebistana Siûdî û welatên Efrîqayê.

Welîd Xalid hingivvanekî niştecihê Şingalê ye ku li Misrê beşdarî Kongreya Duyem a Hingivvanan bû û berhema wî li ser asta welatên Erebî pileya yekem bi dest xist. Welîd Xalid dibêje ku çendîn cure hingiv li Şingalê hene û hemû baştirîn cure ne.

Nêzîkî sê hezar torên hingiv li Şingalê hene, bi taybetî li deverên çiyayî ku pênc cûre kulîlkên gucaw ji bo mêşhingivan hene.

Li Herêma Kurdistanê eger keş û hewa guncaw be û baraneke baş bibare, mêşhingiv du car berhem didin. Demsala biharê ji bo wergirtina hingiv ji navîna meha Gulanê dest pê dike heta 20 meha Hezîranê û demsala wergirtina havînê jî li gor herêman ji navîna meha Tebaxê heta dawiya meha Îlonê didome.

Li gor datayên nefermî, 400 heta 450 hezar torên hingiv li Kurdistanê hene, hemû berhema wan a salane digihîje 850 ton hingiv. Ev ji bo pêwîstiya Herêma Kurdistanê têr nake, ku salane nêzîkî 1350 ton hingiv pêwîst e, eger her kesekî sala 0.24 kîlo bixwe, lewma %38ê hingivên ku li Kurdistanê têne bikaranîn, hawirde ne.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.