November 13, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Eskere Boyik :Di nav rêxistinên Êzdiya da șerê deshilatdaryê ye.

Eskere Boyik :Di nav rêxistinên Êzdiya da șerê deshilatdaryê ye.

· Xemgînî Ez, wek nivskarekî vê civakê, û evdekî bi emrê mezin ji bûyarên van rojan ku di nav Êzdiya da dest didin xemgîn û dilgiran im. 26-27 ê meha borî ji aliyê Binemala Mîra va, Mîrê Êzdîyan, ê nû Hazim Tehsîn Beg hate destnîșankirin. Ev çend rojin, dora vê biryarê, di nav hinek komên Êzdiyan da propagandake ne merîfet, kirêt û ne hêja tê meșandin. Her tișt çarçova meqûltiyê da xweș e.

Lê di vê kampanya heta niha jî berdewam da ne qedir maye, ne merîfet, ne xof û ne jî șerma Êzdîtayê. Meydan ketye destê geveze û zimandirêjan.

Ji 7 meha bêtir e, ku Mîr Tesîn Beg çûye rehma xwedê. Deshilatdarya Herema Kurdistanê tev gel, bi asteke bilind û layîq, bi gelemperî Mîr Tesîn Beg verê kirin . Tevaya Êzdiyan tevî wê mêrasîma maqûl ya xwetirxwestinê bûn. Eva 7 meh e temamya Êzdiyên cihanê hîvya destnîșankirna Mîrê nû bûn.

Çawa dihat xanê Êzdîxanê bijartina Mîr hîștibûn hîvya Binemala Mîra. Me dît 26-27 ê Tîrmehê destnîșankirna Mîr ji aliyê Binemala Mîra va pêk hat. Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdîyan ê nû hat destnîșankirin. Ciyê dilxweșyê ye, ku bi re- rizmê mîrtyê û bîr-bawarya êzdîyatyê, mîrantiya kekê Hazim LALIŞ a Nûranî da, bi ava Kaniya Sipî hat morkirin, bi cil û bergê mîrtyê Mîrê nû derkete ber gel.

Kekê Hazim lawê rehmetyê Mîr Tehsîn Beg e. Salê Mîr ê dewyê ew wekîl û cîgirê Wî bû. Mîr aminya xwe bi wî tanî. Ew di nav civaka Êzdiyên, herema Kurdistanê, dewleta Îraqê û gelek welatên cihanê da wek nûnerê Êzdiyan naskirî ye. Femdarye, vê rewșa Êzdiya a giran da, destnîșankirina rêvabirekî weke Mîr wê nava Gel da hinek gazin jî pêșda banya. Lê çi bû û niha jî berdewam e di nava tu çarçovê da cî nabe, gilî digihîje peyvên nemerîfet, bêhurmetkirinê, heta çêra… Pey destnîșankirina Hazim ra hinek ciya “Mîrê“ xwe kivș kirin, hinek ciya jî hazirya kivșkirina “Mîrê”xwe ê nû dibînin, hinek Şêx jî bo Mîrtiyê nave xwe pêșnyar dikin.

Gerekê bê gotin payê wan „rexnekara“ dunav in, serok û rêvabirên rêxistinên Êzdiyan. Ji axaftina rind xuya dike „rexnekar“ berdevk û kirêkirê kîjan hêzê, dewletê, civakê û rêxistinê ne. Kê pișt wan sekinye û bi alîkarya kê van çalakyan pêk tînin.

Meremê wan û xweyê wan Êzdîyatî û çareserkirina pirsgirêkên êzdîyatyê nînin, dixwezin vê betifaqî û aloztiya li nav êzdiya da çêbûyî hê aloztir bikin, șerekî navxweyî li nav Êzdiya da çêkin, vî halê Êzdyayî giran ji bo meremê xwe kêr bînin, Êzdiyan ji welet, ax, netew û kûltûra wan biqetînin. Ev kanpaniya qirêj xêncî zirarê û li nav cihanê da biçûkkirin û bêrûmetkirina êzdîtiyê tu karekî wê yê din nine. Baș, eger ew girûp qayîl nîbûn, Hazim Tehsin Beg dewsa Bavê xwe rune, 7 meh ji wefeta Mîr derbas bûye , bira ew girûp bicivyana (???) destnîșankirina Mîr hîvya Binemala Mîra nehîștana, navekî din pêșda bidana… Niha bi sedan rêxistinê Êzdiyan, partiya, mal-komele, Tv, radyo, fêsbûk… û nizanim çi çê bûne (wanra chê kirin e)… Lê telebext ra serok û rêvabirên payê wanî pirê nikarin kêleka hev rûnên.

Ji bo her rêxistinek bi destê dewletekê, hêzekê hatye avakirin û ne bi kara êzdiyatyê lî bi gotin û kara wan rêva diçe. Payê wanî pirê dijî hevin. Di nav rêxistinên Êzdiya da șerê deshilatdaryê ye.

Her kes dixweze li ser kelefê Şengalê ra bigihîje bilindayê, kursyên hukumdaryê. Ez zanim li nav civaka Êzdiya da her tisht rast durust nîne. Ez zanim ev nivîsa min dilê geleka nîne, lê çi jî hebe bangî hemû Êzdiya dikim, kê kara êzdiyatyê dixweze guh nedine geveze û șerletana, nekevin nav van kampaniya dijî êzdatiyê ye qirêj. Êzdî halekî pir giran da nin. Êzdî gerekê bi aqilayî vî halê giran derên. Her alozîke wa halê Êzdiyan xirabtir dike.

Eskere Boyik Nivîskar

12.08.2019

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.