September 18, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Du keçên din ên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Du keçên din ên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di şerê kontirolkirna bajarokê Baxozê li rojhilatî Sûriyê, hejmarek mezin ji keçên Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin, di nav wan de jî Navîn û Zîna bûn.Herdû keçên Kurdên Êzdî behsa jiyana xwe ya li jêr destê wê rêxistinê dikin û dibêjin, wan bawer nedikir ku wê rojekê vegerin nav malbatên xwe. Ji ber ku ev herdû keç di nav destê çekdarên biyanî bûn, ew fêrî zimanê byanî bûne, êdî hinik ji wan bi 2 û 3 zimanên biyanî diaxivin.

DAIŞê di sala 2014an de dema êrîşî Şingalê kir, bi hezaran keç û jinên Êzdî revandin û bo wan deveran birin ku di bin kontrola wê de bûn. Niha ku DAIŞ nemaye, beşek ji wan keç û jinan azad bûne û vegeriyane warên xwe. Navîn pênc salan di nav DAIŞê de bû, beşeke zêde ya jiyana xwe di nav tirsê de derbas kir û niha ku vegeriya ye warê xwe kêfxweş e.

Rizgarbûya jidDestê DAIŞê Navîn Derwêş dibêje: “Dema dinivistin ditirsiyam, sibehan radibûm ditirsiyam, her dem tirs û tirs û tirs, dawî min got ev tirs bes e. Nikarim herdem wiha bim û ji wan re dibêjim ez Êzdî me, çi diqewime bila biqewime. Êdî bes e. Lê spas bo Xwedê, gelekî asan bû, min nedizanî wiha asan e eger bibêjim Êzdî me.”

Dema Navîn di destê DAIŞê de bû, dayîka wê miriye, vê jî xemeke kûr li cem wê hiştiye, ji xeynî Navîn çendîn keç û jinên din ên Kurdên Êzdî yên di destê DAIŞê de, heman jan û xembarî dîtine. Beşek ji wan keçan li cem çekdarên biyanî yên DAIŞê bûne, vê yekê jî wiha kiriye ku ji xeynî zimanê xwe û Erebî hevdem fêrî zimanên din jî bibin wek Rûsî û Ingilîzî.

Rizgarbûya ji Destê DAIŞê Zîna Xelef Şemo jî got: “Li Baxoz, gelek firoke hebûn, bajarekî biçûk bû. Du otomobîl anîn, em bûn ligel du Rûsî, du Tacîkî û kesekî din jî xelkê Xurasan bû li Tacîkîstan dijiya, çend Ereb jî ligel me bûn. Em bi hev re çûn derve, ji nişka ve ji aliyê PKKê ve hatin girtin, lê piştî me herdu otomobîl û 3000 dolar dan wan, rê dank u em biçin.”

Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzdî, heta niha ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, nêzîkî 3 hezar û 425 kes hatine rizgarkirin. Di nav wan de 1921 zarok hene û hewldanên azadkirina yên mayî jî berdewam in.

Keçên Kurdên Êzdî yên rizgarkirî behsa jiyana nav DAIŞê dike

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.