August 21, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Di nav 4 salan de 3371 Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûne

Di nav 4 salan de 3371 Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûne

Hewlêr (Rûdaw) Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyan a li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, di nav 4 sal û 7 mehan de, 3 hezar û 371 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûne û heta niha 3 hezar û 46 kes, ango %47ê kesên ku hatine revandin, çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan Xeyrî Bozanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji 03-08-2014an heta 04-03-2019an ji 6 hezar û 417 Êzidiyên ji aliyê DAIŞê ve revandî, tenê 3 hezar û 317 kes rizgar bûne û 3 hezar û 46 Êzidî di destê DAIŞê de mane.” Ango; ji sedî 47.4 kesên revandî, çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyan, ji 03-08-2014an heta 01-08-2018an, ango di çar salan de ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve revandî, tenê 3 hezar û 315 kes rizgar bûne, bi vê yekê jî, ji 01-08-2018an heta 04-03-2019an di nav heft mehan de tenê 56 kes ji destê DAIŞê hatina rizgarkirin, ku ew jî 10 jin, 23 zarokên keç û 23 zarokên kur in.

Herwiha li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyan a li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, ku ev amar ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke fermî têne qebûlkirin, hûrgiliyên li ser Kurdên Êzidî û revandiyên ji aliyê DAIŞê yên li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

– Hejmara Kurdên Êzidî li Iraqê, 550 hezar kes.

– Hejmara Kurdên Êzidî yên ji ber DAIŞê derbeder bûne, 360 hezar kes.

– Hejmara Kurdên Êzidî yên ku roja yekem a êrişa DAIŞê şehîd bûne, 1293 kes.

– Heta niha 71 gorên bi kom li Şingalê hatine dîtin.

– 68 perestgeh û mezargehên olî hatine teqandin.

– 100 hezar Kurdên Êzidî bo derveyî welat koç kirine.

Hejmara zarokên ku bê dayîk û bê bav mane:

Bi giştî 2 hezar û 745 zarok bê dayîk û bê bav mane.

– Hezar û 759 zarokan bavê xwe ji dest dane.

– 407 zarokan dayîka xwe ji dest dane.

– 359 zarokan dayîk û bavê xwe ji dest dane.

– 220 zarok dayîk û bavê wan li cem DAIŞê ne.

Hejmara revandiyên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve

Bi giştî 6 hezar û 417 kes hatine revandin

– 3 hezar û 548 keç û jin

– 2 hezar û 869 kur û mêr

Hejmara Kurdên Êzidî yên hatine rizgarkirin

Bi giştî 3 hezar û 317 kes ji destê DAIŞê rizgar bûne

– 1165 jin

– 337 mêr

– 976 zarokên keç

– 893 zarokên kur

Hejmara Kurdên Êzidî yên ku li cem DAIŞê mane yan jî winda ne

Bi giştî 3 hezar û 46 Êzidî winda ne

– Hezar û 406 keç û jin

– Hezar û 640 kur û mêr

DAIŞê di Tebaxa 2014an de êriş kire ser Şingal û derdora wê, ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, tenê %52.6 rizgar bûne û heta niha %47.4 winda ne, yan jî ti agahiyek li ser çarenivîsa wan tine ye.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.