October 20, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dayikeke Êzidî: Kurê min ji Facebooka çekdarekî DAIŞê xwe gihand min

Dayikeke Êzidî: Kurê min ji Facebooka çekdarekî DAIŞê xwe gihand min

Duhok (Rûdaw) – Jina ji Kurdên Ezidî Leyla, piştî ku ji aliyê DAIŞê ve tê revandin, li Reqayê di odeyeke jêrzemînî ya gemarî û qirêj de 5 rojan tê girtin.

Piştî 5 rojên di wê odeya gemarî û qirêj de, ji bo heyameke dirêj bo dibistaneke li Reqayê ku ne derî û ne  jî pace pê ve hebûn û wêran bû tê veguhastin.

Yekem xwedî, bazirgan û bikirê Leylayê yê bi nave Ebu Ezzam dikeve hindûrê odê û bi baldarî wan jinên di hindûr de kontrol dike, nav, temen, rengê cerm û çavên wan û bejna wan tomar dike.

Ebu Ezzam piştre daxwazên xwe ji jinan re vedibêje, “Hûn dê bi awayekî baş xwe bişon, paqij bikin û bixemilînin. Hûn dê cilên nû li xwe bikin û makyajê bikin. Di dema wênegirtinê de dive hûn bikenin. Kesên ku pabendî fermanan nebin, dê heta mirinê bi bircîhiştinê (birsê) bên cezakirin.”

Ebu Ezzam, bazirganek bû ku bi rêya medya civakî wêneyên jinên dîlgirtî belav dikirin û li kesên ku wan jinan bikirin digerî.

Jinên li wê derê neçar bûn ku weke Ebu Ezzam dixwaze cilan li xwe bikin û xwe bixemilînin.

Leyla li ser helwasta DAIŞiyan dibêje, “Wan digotin tişta em  bixwazim dive hûn bikin an na em dê we bikujin.”

Hemû Reqayê temaşe dikir

Hemû bedewî û xweşikiyên Leylayê jê hatine stendin lêbelê ji bo ku bazirgan pareyekî zêdetir bidin Ebu Ezzam, dive dema ku wêne tê girtin, li ber flaşan bikene.

Leyla çîroka bazarkirina wan ji aliyê DAIŞiyan ve wiha vedibêje: “Em li qadekê kom kirin. Kom bi kom DAIŞî ji bo temaşekirina me dihatin. Di nav de yên bejna wan mîna yên Çîniyan kurt jî hebun. Yên cerm reş, spî û sor hebûn. Hemû ji welatên cuda bûn. Em jî weke ajelan li pêşberî wan hatibûn rêzkirin. Wê rojê hemû çekdarên DAIŞê yên li Reqayê bo temşekirina me hatibûn.”

Berî ku bo qada dê lê bên rêzkirin bên veguhastin, wêneyên Leyla û jinên din tên girtin. Di wan wêneyan de Leyla û jinên din keneke derewîn bo girtina wêneyan li ser rûyê xwe bicih dikin. Ji xwe piştre li înternetê bi wêneyan tê lîstin. Roja yekem ti bazirganên jinan bo Leylayê dernakevin. Lêbelê bi belavbûna wêneyan her roj kes diçin û jin û keça ku dixwastin dibin.

Leyla çîroka xwe wiha didomîne: “Carna di navbera Ebû Ezzam û bikiran de li ser pere kêşe derdiket. Rojeke din du DAIŞiyên bi navên Ebû Enes û Ebû Hesen hatin û pirsa min kirin. Ebû Ezzam jî ez nîşanî wan dam û piştre wan 6 jinên din jî xwastin.”

Leyla û jinên din li otomobîlekê tên siwarkirin û bo cihekê taybet tên veguhastin. Leyla piştre hîn dibe ku ew herdu DAIŞî jî heman karê Ebû Ezzam dikin. Otomobîlek dikeve rêya Tabqa û piştî du demjimêran digihijin baregehekê. Roja din bi derketina rojê Ebu Hesen, 3 jin û zarokên wan ji bo xwe dibe. Jin û zarokên din jî ji bo Ebû Enes ê ku DAIŞiyekî ji Lîbyayê bû, tên hiştin. Ebû Enes jî jinek ji wan ji bo hevalê xwe dihêle û ji bo xwe sê jinan dibe.

Hevjîna wî jinên Ezidî difiroşe

Li mala Ebû Enes meha Remezanê rojîgirtin neçariyek bû. Leylayê bi veşartî av vedixwar, lêbelê nedikarî birsa xwe jinav bibe. Dema fitarê jî mecbûr ji gel wan rune û xwarin bixwe.

Leyla axaftina xwe didomîne, “Hinek rojan hin kar bi me didan kirin. Me tiştekî weke hevîr dixist nava qaliban. Ez piştrast bûm ku ew karê çêkirina bombeyan bû ku ji bo kuştina mirovan dihat bikaranîn. Ez ji wî karî aciz bûbûm û rojekê min got ‘ez naxwazim van tiştan çêbikim’. Lêbelê ji min re gotin, ‘tu neçar î çêbikî’.”

Emirekî bi navê Ebû Hesen, Leyla, Huda û Pakîzeyê ji Ebû Enes dikire.

Leyla dibêje Ebû Hesen kesekî beradayî bû û dibêje: “Em 8 rojan li mala wî man. Li gel me diket têkiliya seksî û hewl dida me bi pereyekî zêdetir bifiroşe. Diyar bû ku ji me aciz bûbû û em firotin Ebû Enesekî din ku ew jî ji Lîbyayê bû. Dema wî em birin mala xwe, jina wî ku em dîtin çavên wê zivîrîn û dîn bû.”

Hevjîna Ebû Enes li wan jinên dîlgirtî yên Ezidî hers dibe û  dibêje: “Hûn şerm nakin ku hatine zilamê min ji destê min bigirin?” Yek ji wan jinên Ezidî jî  dibêje: “Me berdin ku em biçin nav mal û zarokên xwe.”

Ebû Enes jî di wê navberê de dibêje: “Ez li gor rêbaza şer tevdigerim û ji çar jinan zêdetir nayînim.”

Leyla bi fitneya di mala Ebû Enes de pê dihese. Hevjîna Ebû Enes jî ji bo acizkirina wan herdu jinên Ezidî çi ji destê wê tê dike. Ebû Enes her çiqas ji wê re bibêje: “Ew weke te nabin xanimên malê, dê di bin destê te bixebitin û xizmeta te bikin jî agirê dilê wê venamire û rehet nabe.”

Bi çûyîna bo şer a Ebû Enes, derfet ji jina wî re derdikeve ku wan jinên Êzidî ji malê biqewirîne û diçe mala Ebû Hesen û ji wî re dibêje: “Dê baştir be ku tu wan jinan bifiroşî kesekî din.”

Leyla gotinên xwe dewam dike, “Ebû Hesen em birin malekê ku deriyê wê tune bû û em 4 rojan li wir man. Piştre hevjîna Ebû Enes hat û bi zimanekî xweş daxwaz ji me kir ku em xwe paqij bikin ku wêneyên me bigirin. Ebû Hesen jî maweyê 4 rojan ji bo ku me bifiroşe gelek kes anîn malê. Lêbelê ji ber ku em lawaz bûn, ti kesî nedixwast me bibe. Tê bîra min rojekê kesekî ku bo kirîna me hatibû ji wî re got: “Ev bi êşa zirav ketine û tu hîn jî pesnê wan didî.”

Piştre wêneyên ku hevjîna Ebû Enes digire, bi kêrî tên û di heman şevê de du DAIŞî ji Erebistana Siûdî tên û wan dikirin. Ebû Enes jî pereyê xwe distîne û ew herdu DAIŞî Leyla û hevalên wê dibin bo baregeheke mezin a li Helebê. Ji wan DAIŞiyên Siûdî yê ku reh û pora wî dirêj bû ji wan dixwaze ku xwe bişon, nimêjan bikin û Quranê fêrî zarokan bikin.

Roj li Leylayê hilnayê û gelo dê zarokên xwe yên revandî li ku derê bibîne? DAIŞiyê bi nave Sadî, ji Leylayê dixwaze ku cilên nû li xwe bike û makyajê bike. Paşê jê re dibêjin, ‘here odeyeke din’. Paşê Leylayê dibin cem Parêzgarê DAIŞê yê Helebê û jê re tê gotin ku dê heta roja din li gel wî bimîne.

Leyla dibêje li wê derê jineke din a Êzidî dibîne ku du zarokên wê hebûn, lê destûr nadin ku Leyla li gel wê jinê biaxive.

Pîrekî DAIŞî bo birina wan tê

Leyla di odeyeke teng ku tenê di quleke biçûk de re roj didît a li Helebê mîna ku zincîrkirî be, tê girtin.

Leyla bi gotina “min ji Sadî re got, êdî nikarim xwe li ber vê êşê bigirim, bifiroşî kê bifiroşe, ne xema min e” êşa ku tê de bû vedibêje.

Leyla dewam dike, “Sadî telefona xwe derxist û piştî çend deqeyan hat odeyê û got, ‘piştî çend demjimêrên din dê bên te bibin’ û derket.”

Rewşa kambax ya Leyla û zarokên wê, hêviyeke wisa di wan de peyda dike ku ew kesê tê bo birina wan firişte be û piştî çend demjimêran kesekî 65 salî ku jihalketî, aciz û di nav tozê de tê bo ku Leylayê bibe û kalbûna wî di rûyê wî de xwe dide der.

Leyla bi van hevokan hevdîtina yekem a li gel wî kesê temenmezin vedibêje, “ji min re got, ‘navê te Leyla ye’ min jî got, ‘erê’.”

Leyla û zarokên wê li gel wî kesî diçin û digihijin gundekî li ser rêya derketina ji Helebê.

Leyla dibêje: “Derbarê min de gelek pirs dikirin, lêbelê ez ditirsiyam ku bersiv bidim. Navberekê pirseke ecêp ji min kir û got, ‘malbata te dewlemend e, reqema ti kesî ji wan li gel te heye’.”

Piştre ew kes telefona xwe derdixe û ji wê re dibêje ku ji malbata xwe kê bixwaze dikare lê bigere. Leyla li hember vê helwesta wî gelek matmayî dimîne.

Leyla li gel wî kesê pîr ê DAIŞî şevek û rojekî dimîne, keyfa wê hinekê tê cih û wê tirs û fikara rojên berê hinekî li ser xwe diavêje. Rêkarên wî kesê pîr hêviyên wê hinekî zêde kiribûn.

Ew kes ji Leylayê dipirse bê ka ew Ebû Şûcaî nas dike an na û ew jî jê re dibêje ku ew wî kesî nas nake. Lêbelê roja din hîn dibe ku Ebû Şûcaî ew kes e ku bi dehan jinên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirine.

Leyla axaftina xwe didomîne, “Wî kesê pîr, roja din telefon dirêjî min kir û got ku Ebû Şûcaî dê li gel te biaxive. Dema ku min telefon ji destê wî wergirt, wî kesê li ser xetê ji min re got, ‘Xwîşka min ez Êzidî me û ez dê te rizgar bikim’.”

Leyla destpêka rizgarbûna xwe jî wiha vedibêje, “Ez li gel hevjîna wî kesê pîr çûm dikanekî û me çarşefek kirî. Dema em vegeriyan ez dîsa li gel Ebû Şûcaî axivîm. Ji min re got, ‘Bi kîsekî spî di destê xwe de li cihê ku ez dê bibêjim rawestin’. Ebû Şûcaî û ew DAIŞiyê pîr, li ser min bi 28 hezar û 500 dolaran li hev kiribûn. Bi otobusekê em çûn bo Reqayê û li wir di daîreyeke di tebeqa 4an a şûqeyekê de em bicih bûn. Em di wê malê de li gel jineke di temenê 50 salî de ku derûniya wê ne baş bû, man.”

Leyla bi zor û zehmetiyên dijwar ji xalên pişkinînê yên DAIŞê derbas dibe û digihije axa xwe. Lê kîjan ax? Axeke ku nizane dê çawa  bi serbilîndî li ser bijî!

Ji Facebooka çekdarekî DAIŞê: Silav dayê

Bi ser rizgarbûna Leylayê de bi mehan derbas bûne lê hîn jî têrî tama azadiyê nebûye. Dilê jineke ku zarokên wê li çeperên şer bin dê çawa aram û kêfxweş be. Her tim li ser hesabên medya civakî li zarokên xwe digere. Rojekê ji hesaba Facebookê ya DAIŞiyekî peyama, ‘Silav dayê’ tê. ‘Ev çi ye?’ berî ku bi peyama duyem bersiv bide, dilê wê hinekî rehet dibe.

Kurê wê Ednan: “Dayê ez Ednan. Ev hesabê yekî din e. Ez dê her şev li te bigerim. Dayê ez şervan im û niha birîndar im. Min ji bo vegerê rêyek dîtiye. Lê gelo tu dikarî ji bo ku ez bi awayekî ewletir derbas bibim kesekî bibînî?

Leyla: “Ez ji we dur, kor bûm. Rih û cane min. Ti agahiya te ji birayê te Etman heye?”

Ednan: “Min ew du caran dît. Ew jî kirine şervan. Ez dê hewl bidim ku wî bibînim.”

Leyla: “Hewl bide ku tu bibînî. Ez jî dê li gel mamê we biaxivim ku em bikarin rêyekî bibînin bo rizgarkirina we.”

Ji bo ku Ednan rizgar bikin li gel Ebdulla Şîrîn ku ew jî kurdên Êzidî bû, diaxivin û rêyekî dibînin û piştî çendekî Ednan jî tê rizgarkirin.

Roja vegera Ednan dibe xweştirîn roj bo Leylayê. Ednan bi coş û tilîliyan ji aliyê girseyeke mezin ve tê pêşwazîkirin. Leyla kurê xwe hembêz dike. Piştî çendekî zarokên Leylayê Etman û Heyat jî tên rizgarkirin. Rondik bi rûyê Leylayê de dadikevin. Ev rondikên jibîrkirina zewaca li gel hevjînê wê Xeyro bû ku beriya bi 17 salan kiribûn. Leyla û Xeyro li gundê xwe berî ku bizewicin çend salan weke xoşewîst mabûn. Leyla dibêje, “Tê bîra min Xeyro digot, ‘Leyla gelek xeyalên min hene û ji bo pêkanîna wan pêwîstiya min bi evîn û aramiyê heye. Divê em ji bo pêkanîna wan xeyalan bijîn û pere kom bikin’.” Lêbelê DAIŞê xeyalên wan têk birin. Niha ti agahiyekî ji hevjînê xwe Xeyro wernagire. Nizane bê ka dijî an na.

Leyla hêviyên xwe yên ji bo vegera hevjînê xwe wiha vedibêje, “Ez hêvî dikim ku Xeyro nehatibe kuştin. Ez her tim dibêjim, weke vegera zarokên min rojekê ew jî dê vegere. Ez dibêjim dibe ku ketibe destê çekdarekî DAIŞê hema kêm jî be xwedî wijdan be.”

Dema ku Ednan vegeriya birîneke mezin li ser mile wî bû û li nexweşxaneyeke li Duhokê dema dihat tedawîkirin çîroka serpêhatiya xwe ji dayika xwe re vedibêje. Ednan ji dayika xwe Leylayê re dibêje, “pêşiyê perwerdeya Quran û Şerîetê dan me û paşê em birin bo fêrkirina perwerdehiya leşkerî.”

Di pevçûnekê de zext li Ednan dikin ku xelkê bikuje. Di çeperekî şer de di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de gêj dibe. Lêbelê paşê disa dibin bo çeperên şer. Di pevçûneke ku DAIŞ têk diçe, Ednan birîndar dibe û heta ku pevçûn bi dawî dibin xwe vedişêre û rizgar dibe.

Ednan heta ku ji aliyê Ebdulla Şîrîn ve tê rizgarkirin, di şerekî din de jî hevalekî xwe yê Ezidî ku bi giranî birîndar dibe, dide pişta xwe û xilas dike.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.