December 07, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bi kar anîna birîn u derdeseriyên Êzidîyan ji bo hevrikîya Sîzasî em red dikin .

Bingehê Laliş:
Bi kar anîna birîn u derdeseriyên Êzidîyan ji bo hevrikîya Sîzasî em red dikin .
bi sersormanî û degmenî ve temaşeyî belavokên alavên torên civakî (Facebook) ji bal dû kesayetiyên serkirde ji parta Êketîya Niştîmaniya Kurdistanî ( PUK ), ku ew jî berêzan (Mela Bextyar û Xanim Ala Talebanî ) ne , têda doza kuştina keça Êzidî ya zulim lêkirî (Du’a) vedkolin , xweyaye ku ew bûyer ji bal giropekê derkeftî li bûyereka reşbîn da, hatibû riswakirin ji layê hemî civaka Êzidî ji ( Dezgeh û komele û kesayetiyên Rewşenbîrî û Civakî ) û heta niha ew tawana sêwî tête rîswakirin u di nav mîtelogîya Êzidiyatiyê da u di mêjoya mede ji ber kû kiryara berbarankirinê nehatîye kirin, belkû ew rêsayekî xogirtiye bi ser me da ji nav kûratiya biyabanê hatîye.
Îro piştî derbazbûna (9)salan li ser wê rûdanê yan tawanê , ewa hemî civakê Êzidî baca wê ya here mezin dayî, diçarçoveya :
* kuştina (24) karkarên bê guneh li Mûsilê.
* kuştin û birîndarkirina nêzîkî (800)kesan li peqînên Gir’zêr û Sîba Şêx Xidirê li 14 Tebaxa 2007.*
* kuştina (100) Êzidiyan bi kiryarên cuda cuda li Bexda û Neynewa û Kerkûk û Diyala û ….hitd,
* bê behirkirina (7000) qutabiyên êzidî ji zankoya Mûsil , bê behirkirina bi sedan fermanberên Êzidî ji çûna fermangehên bajarê Mûsil ..
Û lîste dirêj û dirêje di bit û bi dumahîk nayît taku piştî karesata dagêrkirina Şingalê û encamên wê ji wêrankirin û xirabkariyê her kesek dizanit, egera kuştina keçeka Êzidî bi tawanekê ku Êzidiyan berî hemyan rîswa kiriye, bo zanîn ji xelkê behzanê bû nek ji xelka Şingalê bû weku (mela bextiyar) day dîyarkirin.
Û niho Xanim Ala Talebanî ( seroka lîsta PUK li perlemantoya Îraqê ) li ser rûpeleka Facebook dayî dîyarkirin ku ew rûpel bi ser bi wêve, rabûye ew rûdane li bîr anîye li çarçovê axaftina wê li ser mafê mirov û Jinan , û ew jî hilbijartineka dilreş bû merem pê hebûn ku em baş li ser agehdarin ..
Pêtivî bû li ser Xanim Talebanî diyarkiriba ku Êzidîyan pitir ji (3500) jin û zarok weku girtî û dîl hene di destên tîruristên Da’iş da, ew têne firotin û dest dirêjî li ser tête kirin û gelek caran u bes Xudê dizane ka çend carin,
û dîsa pêtivî bû li ser wê dîyarkiriba ku nêzîkî (40) gorên bi kom hene li Şingalê têda bi hezaran leşê jin û zarok û gencên Êzidiya hene , belku goreka bi tinê (78) jin û zarokên Êzidîya têda bûn, pêtivî bû li ser wê dîyar biket ku bi hezaran dayîkên ÊzidÎyan dilê wan yê Şewitîye li ser birna keçên wan û kuştina kurên wan, û bi hezaran sêwiyên êk ji ( Dayîk û Babên xwe ji dest dayîn ) yan herdû li gel êk ..
Vegerandina rûdana keça Êzidî Du’ayê ji bal herdû navhatîyan ve regez peristî û tundrewiyê bo me dîyar diket û kerb û kîna xwe ya paşveroya olî zêdebarî ku hewil didet bo nûkirina fitnekê dinavbera pêkhateyên Kurdistanê da, ewa ku borî û bi dumahîk hatî, dewlet serê zana û aqilmendên birayên Musilman berî yên Êzidî, û rûdana Du’ayê hemî serê benk u vekirnê bû ji bo cêbecêkirina pîlaneka pîs bû li dijî Êzidiyan, ewa li piştî cend rojekan li piştra hatî: Fitweyên kafirkirinê û helalkirina xûna me ji aliyê rêkxistiya (Qa’îde) ya tîroristî ve, û derbazbûna ewan rûdanên me li serî dîyarkirîn, û gehiştin li dagîrkirina Şingalê li cêbecêkirina dijwar tirîn tawana cînosayîdê li vî serdemê meyê nû ji layê rêkxistîya Da’iş ve ku Dahiş jî mîratgirxwerê rewa yê rêkxistîya Qa’îde ye.
Berêz Mela Bextiyar serkirde li (PUK), ew bi lezve çûye ji bo piştevaniya xanim Ala Talebanî li demê nivîsînekê li ser malperê xwe yê kesayetî li dor heman mijar, û bi dijwarî rexnê li hindek dab û nerîtêt civakî digire yên ku di hejmêrit li ser civakê Êzidî, ji bîr diket ku ew dab û nerît yên kevin hîç tiştekî me têda nîne, û ew baş dizanît ew kîye cêbecê diket û bi sedên caran belku bi hezarên caran disalê da ..
Ya aşkiraye ku tiştek tête dirustkirin û hatîye berhevkirin dicihekî tarî da, ji bo zêdkirina birînêt Êzidîyan bi şêwekî siyasî ji bo kêmkirina layenekî û berlome kirina wî layenî .
Bo zanîn nêzîkî 20% ji rêjeya civakê Êzidîyan dinav rêkxistina parta (PUK) dane û hindeka ji wan jî post u pileyên bilind hene li gel vê partê , hosa tête dîyarkirin ku dest berdanek ji êk layenîve heye dinavbera (PUK) û piştevan û binkeyên wî li civakê Êzidî, yan jî tiştekî dîtir heye em li ser ne agehdarin û em li vêderê pirsiyarê diken , çima her êk ji xanim Talebanî û berêz Mela Bextiyar horiya vê arîşê berdan û divê qonaxa hestiyar ji mêjûya Kurdistanê da ? .
Her hosa em pirsîyar diken aya çêd bit ev şanoye ya dumahiyê bît ji azardana pirsa Du’ayê bi armanca şêlokirina li ser Êzidîyan bi armanca jêk vekirina wan ji binyatê wan yê Kurdistanî li demê pirsa vebirkirina babetê deverên wan tête pêş ? Zêdebarî li ser pirsiyara me ji mifa wergirtinê ji azrandina babetekê hestiyar bi zivrandina birînên me, û em Êzidî bûne qurbanî li şanoyeka xûnawî u tirajîd, ku binyatê wê hatbû raçandin ji bal dujminên mirovayetiyê û Azadiyê û hemerengîya Olî , li dewsa ku hindek hebin birînêt me yên bi çi caran dumahîk nehên derman biketm dû serkirdeyên bilind dinav (PUK) da radibin tiliyêt xwe dikine nav kure birînêt meda.
Tiştekî zor ne xweşe ku dirbên neçaverêkrî bihên ji aliyê wan kesên ku jîyana me û wan ya neteweyî êk be , ku em çaverêne ji wan û hindekên dî serexoşiyê li me biken li ser kuştî û girtiyêt me û Aware kirina (400) hezar Êzidîyan ku jîyan dikin di jiyaneka awarebûna tengezar u perîşan de ..
Aşkiraye ku dûrbûna cugrafî dinavbera me û parêzgeha Silêmaniyê da bûye asteng ji bo gehandina beşekî ji wê çenda hatî serê me bo gelê kurd li wê derê , tiştekî seyre ku dû serkirdeyên bilind li (PUK) ewa hatî serê me nedene dîyarkirin. Û li ser vê çendê ,em daxwazê ji xanim Ala Talebanî û Berêz Mela Bextiyar diken ku meremên xwe aşkira biken li ser van herdû belavokên ji layê wan ve belave bûn .
 
 
Desteya bilinda bingehê Laliş
yê Rewşenbîrî û Civakî
Dihok, 8 Nîsanê, 2016.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.