May 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Baxoz- Jinek û 14 zarokên kurdên êzdî hatin rizgarkirin

Baxoz- Jinek û 14 zarokên kurdên êzdî hatin rizgarkirin

BasNews Îro çarşemê jineke êzdî û zarokên kurdên êzdî li Baxozê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku wan îro li Baxozê jinek 14 zarokên êzdî ji destê DAIŞê rizgarkirine. Baxoz bajarokê herî dawî ye di destê DAIŞê da. Ew bajarok li ser sînorê Iraq û Sûriyê ye û demeke dirêje di bin dorpêça HSDê daye.

Ligor malpera ANHAyê ya ser bi PKKê navê wê jina hatiye azadkirin Nadiye Berekat Qasim e û xelkê Şengalê ye.

Jina bi navê Nadiye Berekat Qasim û zarokên kurdên êzdî di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê va hatibûn revandin û aniha ew li Mala Êzdiyan a Qamişlo ne. Dihête çaverêkirin ew zarok di demeke nêz de vegerin Şengalê.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.