April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

rê û resmên cejna Xidir Alîas çawa tên gêran li vir bi zane

rê û resmên cejna Xidir Alîas çawa tên gêran li vir bi zane 

 Çinar Şemo \ LMN

rê û resmên cejna Xidir Alîas , îro 15\2\2016 destpê kir û rojên ( dû şembû , sê şembû û çar şembû) rojîne ku ev rojye ne ferzin bi tine xêrin u bitrya dindar u zanayên oli û her kesê bi vê di gire , û pênc şembûyê cejne,vê cejnê jî girêdanek bi werzê çandinê û surştî ve heye.

ev cejne di kefîte di pênc şembuya yekê ji meha sibata rojhelatî ,bo zanin mêjuya roj helati 13 rojan li pêş mêjuya zaînî ye , ev cejin bi yek ji cejinên here kefin tê hejmartin , bitrya milletên kefin li devera rojhelata navîn ev rê û resm di hatin gêran û civakê Êzidîyan yek ji wan civakaye ku ta niha bîr û bawer û rê û resmên vê cejinê parastine û heta niha girngyek mezin di dinê .

Xidir û Alîas dû çakên xudê ne di bawerya me êzidyan de , lewma navê van herdu çakan di giringin di nava Êzidîyan de lewma ev nav di nava kesanên êzidyan de hatine bi nav kirin û her dîsan cend  mezargeh bi navê wan hene  .

rê û resmên cejna xidir Alîas bi vî şêweyê li xwarê tên gêran :

1- li roja yekêya rojyan anku Dû şembûyê ,her malek heft tamên dana bi hevre di qelînin u di bejine (Qelatik) wek ( nok – genim – cih – genme şamî – dêndik…)

2- li roja çar şembuyê , qelatka di hêrn û di kine ar û di bêjnê ( Pêxun) u hindek şêwên şrinahyên kefin tên dirust kirin tekilya pexune di gel hingvin yan duşavê

3- her dîsan li roja çar şembuyê , hevara cejinê kabanyên mala hindek ji wê pêxune di amanekê di kin û li cihekî paqij di danin  ku bi wê hîvyê ne xidir alîas nîşanekê lê bike , û bibte hêmayê xêr û bereketê di malê de.

4- li sibeyka cejinê savarên hêraî û qelandî di kine zadê cejinê û di bêjinê ( çerxûs) .

5- cotyar hinek pêxûnê li zevyên xo di reşînin bo xêr û bereketê.

hinek bîr û bawerên vê cejinê :

1- li rojên rojya û cejinê , nêçî qedexeye û serbir na êne serjê kirin ku ramana wê yekê dide ku destpeka beharê ye û zede buna gianewera ye, ji bo parastina sirushti. 

2- herwesa di wan rojan de, Êzidî bi rê û rêbarên dûr na çin .

3- bawerî heye ku di şeva cejinê de her gencekî di xewena xwe da avê li malekê vexut dê qîza wê malê bibe risqê wî kurî her wisan ji bo qîzan jî her wek wê baweryê ye lewma qiz û lawen êzidyan hêvara cejinê qelatk û şrinahyê di xun û bi wê hîvyêne ku hern ser denê malekê û avê vexun , lewma em di bînîn girêdanek di nava vê rê û resmê û cejna evindara ( valintine )  de heye .

download (1)

صور خدر

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi