March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Peristgeha Pîroza Laliş wê bibe Şînwarekî Cîhanî

Peristgeha Pîroza Laliş wê bibe Şînwarekî Cîhanî

Lalish Media Network / Taybet

Rêvebera rêkxirawa Unsco ya bi ser UN ve (Erîna Bokova) bi Şêx Şamo Endamê perlemantoya Kurdistanê re civîya u dîyar kir ku ewê Perêstega Laliş têxin nava lîsta Şînwarên Cîhanê, u ev yek pir nêzîk bûye.

Dûhî danê êvarî civînek taybet di navbera Şêx Şamo Endamê perlemanê Kurdistanê u nûmerên Pêkhatên Olî u netewî li Îraqê u Kurdistanê ji ( Xaçparêzan, Şebek, Mindayî,Kakayî u Bihayî ) li peytextê Kurdistanê .

BoKovê rêvebera Unisco di hevdîtina xwede bi Şêx Şamo re got : wan xistina Peristgeha Laliş dinav lîsta şînwarên Cîhanî bi Nêcîrvan Barzanî serokê Hukometa Kurdistanê re giftogokiriye .

Ji bal xweve Şêx Şamo Iiser rewşa Êzidîyan xeber da u ava li xwarê hinek aliyê niqaşêye :

Şêx Şamo :

Me hîvî dikir ku rojekê em li dîdara hev şad bibin belê ne li rewşeka weha da , daku me pirsa wî pirojê me li sala 2000 di rîya Dayîka Kurda  ( Danîyal Metîran ) re Şand ji bona xisitna Peristgeha Laliş dinav lîsta Şînwarên Cîhanî , belê mixabin em îro digehin hev ku miletê me di rewşeka xirab da ye u karesat bi serê me hatîye .

Ji ber vê yekê me çi nine em bêxin ber destê we wek Dezgayekî Navdewletî u cîhanî ku giringîya xwe heyî, tenê wênek ji ferman u karesata mezina xelkê me hatî u kawdanên jîyanê yên xirab ji egerê hêrêşên hovîtîyên çekedarên Dahişên teroristî li ser deverên herêma Kurdistanê bigiştî u li ser Êzidîyan bi taybetî , u bawerîya me heye hûn dikarin alîkarîya me bikin .

Raste em wek Kurdên Êzidî xwedî dîrokekî Tirajîdî ne , em rastî pitir ji 70 ferman u Jînoseidan hatine ji ber ku tenê me bawerîya xwe ya Dînî nedguhart u em destberdarî  Ax u Welatê xwe nedibûn, ji ber vê yekê hijmara me Êzidîyan yek Milyon tê nine li Kurdistanê u temamîya Cîhanê, her kes dizane li wî demî, cîhanê hajî zilim u sitema li ser me nebû u tê rêkxirawên Mirovî u Dadgehên navdewletî nebûn , kesî ew Tawanên hovîtî dîkomênt nedikrin yên bi serê bab u kalên me dihatin , mixabin li van sedsalên pêşketî u cîhangêryê Drokê xwe li me Nû kir .

Berî xeberdanê , dîyar bû ji were ku Şîna we li ser Êzidîyan

U min gote we: hûn dîzanin çi bi serê me hatîye, ji vê yekê daxwazê ji we dikim ku ez ji bo we hinek bi kurtasî ronbikim nalîna xelkê me u kawdanên Jîyana wan ya perîşan .

Nêzîkî 90% ji civaka me u Jugrafîyeta me ser bi parêzgeha Musil veye u bi taybetî Şingal wek cihekî siratîjîk li ser sinûr u hevsinurê Ereban , bona vê yekê bo Ermanca Teroristan u Erebên Deverê yên alîkar bi wan re , hemî corên Hovîtiyê u ne mirovatiyê u dur ji rewştê Însanan dijî xelkê me yê bê guneh encamdan, yê Kuştin, Êxsr( Dîl ) u Mirî ji pirs u têna, u ji hemiyê xiraptir u tirajîktir ew bû ku Jin u Kecên Êzidîyan Êxsîr u Dîl girtin , u pitir ji sê mehane kirîn u firotin bi wan tê kirin li bazarên Musil li Îraq u Reqa li  Surîya  u ta neha em nizanin hijmara Kuştîyan u birîndar u Êxsîr u Dîl u Zarok u Hindabûyî çendin, rojavayê dicle u Şingal u deşta Musil vale bûye u hemî beref Kurdistanê revyane u bi taybetî devera Duhokê.

Eger hijmara awerebûyên pêkhatên Kurdistanê li wan devera Milyon awere be tê wê wateyê ji wana Nîv Milyon Êzidî ne , Êzidî mêvanê gelê xwene li devera Bahdîna, u vê yekê giranî xistîye li ser Dezgeyên Hukomî u eger cemawer u xelkê devera Duhokê u dewr u  beran neba u wisa alîkarî nekirbane zehmet bû wisa pêşwazî li vê hijmara mezina awereyan hatiba kirin .

Ji weyên berêz nahê veşartin , UN u dezgeyên bi ser ve bi erkê xwe bi awakî pêwîst ranebûne , avakirna Kempa bo awere gîro u taxîr bûne u vaye werzê Zivistanê u sermayê hat u xelkê me li rewşa perîşan de jîyan dikin.

Dîsa we agehdar dikim ku nêzîkî 80 hezar xwendevanên Êzidî ji xwendinê bê behrin u pirosisa xwendinê li Duhokê sekinye u xwendevanên wê parêzgehê ji xwendinê îsal bê behrbûne, kêmasî heye li aliyê xizmet gozaryan ve wek Saxlemî u serperiştîya zarokan u tê çaverêkirin ku nexweşiyên metirsî dîyar bibin , fer bû li ku zixtê li ser dezgeyên Şolejê bikin ku bi zûtirîn dem Kempa avabikin u xizmetê pêşkêşî xelkê me bikin li gorî sitandartên navdewletî da ku bi karê xwe rabin u rewşa xelkê me u jîyana wan baş bikin , em dizanin ku kilîla çareserkirna kêşên wan azadkirna deverên wane u girîntîkirna jîyana deverê ye, ji bo vê yekê jî daxwazê ji Amrîka u welatên hevpeyman bi wan re dikin ku pitir alîkarîya Kurdistanê bikin , ji ber ku hêza neha li rojevê u bawer pêkirî ji aliyê wan ve Pêşmergê Kurdistanê ye , dive alîkarîya Pêşmerge bikin ji aliyê Eskerî u çekan ve daku deverên me rizgar bikin ji Dahişên Terorist bizûtirîn dem .

Ji bo we mînakekê bêxim rû li ser rewşa neha yak u Êzidî têda jîyan dikin ku deşta Şingal ji her çar alîyan ve durpêç kirye ji aliyê Dahiş ve , tenê çîya yê Şingal li bin Kontirula çekdarên Hêzaên Êzidî u Pêşmergên qehreman deye u şer u kuştinê dikin ta mirnê u rê nadin Dahiş çîya yê Şingal dagîrbikin, neha 1200 xêzanên Êzidî li serî çîya yê Şingal asê mane, Jîyana wan perîşane u ew di asêne li çîya u ci rê tuneye li ser erdê ku kesek bigehe wan tenê dû Firokên Helîkopter u têra hindê nake.

U eger bi zutirîn dem bi wanve negehin we karesatek din wê ru bide, di vî warî da em di têkeliyên berdewam dene di gel serkirdayetîya Kurdistanê u ewjî bi erkê xwe radibin ku hemî dergehan lêdixin ji bo qurtalkirna wî xelkê me , bê goman wanjî pilana xwe heye ji bo azadkirna wan deveran, hevalên min yên bi ser pêkhatên din xeber dan u basê rêveberyeka xweserî bo deverên kemîneyan , ez jî vê ekê piştevanî dikin u serederî bi wan re wek parezgeheke bête kirin , bi mercekî bi ser Herêma Kurdistanê ve bit , ji ber ku em kurdên resenin u Kurdistan xaka meye , u pirosisa azadîye u bi hevra jîyanê ya ku me Ii kurdistanê derbas kirîn têra hindê heye ku rîfrandom bête kirin u xelkê me çarenivêse xwe destnishan bike ..

sopas bo vê derfetê u guhdarîya we

veguhastin bo Kurdî / Hejar Midîr Dawud

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi