Nêçîrvan Barzanî salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz diket
Tora Laliş:
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike evejî deqê wê ye:
Rêzdaran li desteya bilind ya Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî
Silav û rêz..
Bîranîna (30) salya damezrandina Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî, li hemû xuşk û birayên Êzdî pîroz dikem, hîvîya berdewamî û serkeftinê jibo we dixwazim.
Di demekêda ku bi rêz û pêzanîn li xizmet û kar û keda Bingehê Laliş jibo êzdyatiyê dinêrîn, careka dî hemû piştevaniyekê jibo Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî û xuşk û brayên me yên Êzdî dubare dikeyn û we pştrast dikeyn ku wek herdem dê parêzerên hemû maf û daxwazên we yên rewa bin.
Di (30) salên çoyîda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî,di gelek waranda xizmeteka berçav ya Êzdyatiyê û civaka Êzdî bi giştî kirye û bûye navendeka giring ya parastin û pêşvebirna êzdyatiyê, destxoşiyê li vê xebata we diken, herwesa bi rêz û pêzanîn hemû wan rêzdaran bi bîr tînîn yên ku xizmeta Bingehê Laliş kirîn û wexer kirin, canê wan şad û bîrhatina wan bi xêr bît.
Bîrhatina damezrandina Bingehê Laliş li hemûyan pîroz bît.
Her serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2023/5/12
CH