Semaheta Babê Şêxê Êzdiyan bîrewerya salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike
Bi helkefta borîna (30) salan li ser damezrandina Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî, li jêr druşmê (Laliş kanyeka zelale di hurte di rubarê rewşenbîrya kurdî da),germtrîn pîrozbahiyan arastey desteya rêveber û gişt endamên Bingehê Laliş diken.
Damezrandina Bingehê Laliş piştî serheldana adara 1991,yeke ji destkeftên mezin yên civaka Êzdiyan jiberku jibo wê qonaxê û heta îro roj jî berdewamî dane bi wê xebata 30 salî jibo komkirina qewl û beytên Êzdiyan û parastina keltor û edeb û zimanê resenê kurdî, herdîsan bûye wek navendeka rewşenbîrî û komelayetî ya kara li ser astê deverê, hîvîdarin bizavên wan diberdewam bin ji pêxemet xurtkirina bizava rewşenbîrî dinava civaka Êzdiyan û Kurdistanê da.
Dûbare salvegera damezrandina Bingehê Laliş li desteya bilind û tevaya endamên Bingehê navbrî pîroz bit.
Semaheta Babê Şêxê Êzdiyan
Şêx Elî Şêx Alyas
2023/5/12
CH