Liqa yek bîrewerya salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike
Tora Laliş
Bi helkefta burîna (30) salan li ser damazrandina Bingehê Laliş yê ruşenbîrî û komelayetî, li jêr druşmê (Laliş kanyeka zelale di hurte rubarê rewşenbîriya kurdî da) bi navê Liqê yekê Partî Dîmukratî Kurdistan germtrîn pîruzbahya arastey desteya kargêrî û gişt endamên Bingehî dikeyn.
Bingehê Laliş piştî serhldana adara 1991 mezntrîn destkeftî bû jibo parastina resenya kurdayetya Êzdiyan û xebatek mezin kirye ji pêxemet rêkxstina nav malya Êzdiyan û parastina keltur û edeb û zimanê resenê kurdî, herwesa wek navendek rewşenbîrî û kumelayetî bizavên berdewam jibo hişyariya neteweyî û niştîmanperwerî di nava civakê Êzdiyan bigiştî û texa gencan bitaybetî encamdaye.
Damezrandina Bingehê Laliş li sala (1993) bi piştevaniya partî û Serok Barzanî wek ferhenga kelturî û parastina giyanê lêburînê û ruhînya birayetyê dinav hemî pêkhatên deverê da rulekê yekcar pîroz hebûye û cendîn lawên Êzdiyan pêgehandîne birêya encamdana calakyên cora û cor û xizmetkirina wan di pêşdabirna çîneka giring dinav civakî da wek erkekê welatparêzî cihê destxuşiyê bûye.
Bivê helkeftê hîvî xwazîn brayên Êzidî yên aware vegerneve û bi azadî û aramî jiyana xwe liser cih û warên xwe bidomînin û her weha hêvya me ewe kiç û jinên revandî hemî bihêne rizgar kirin.
Dubare salvegera Bingehê Laliş li civaka Êzidî û xelkê Kurdistanê pîroz diken.
Liqê yek
Partî Dîmukratî Kurdistan
11/5/2023
CH