April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Salvegera dengbêjê çyayê Şingalê “Qepal Dumo”

Salvegera dengbêjê çyayê Şingalê “Qepal Dumo”

Xelef Hecî vegûhastin Sara Îdrîs

Xem Helgirê (Qeşemê û Zerka çav belek û Sorgula Hesen şêra) xudanê dengê zêrîn gul ketyê (temerbegê zerî û hesinê şerev û şebabê oso) bendewarê xemlandina çiyayê xweragir bi kulîlkên kesk û sor û zer.

Qepal Dumo Xelef li sala 1950 li gundê Adîka li bakûrê çiyayê Şingalê hatye ser dinyayê û hêj li demekî zûda bi dengê xweyê pir soz û wefadarî sitrana filiklorî li devera Şingalê bi rewişkirye û dengê wî bûye hander ji bo werarebûna nemana Eşqa sitranê li dilê xelkê Şingalda hevjîna wî keçmama wîbû got qepalî deh salî bû wextê ji ber pêz vedgeriya di çuwe ser xanî û di rûnişt û gund hemû lê kom di bû û sitran ji wanre di got û hemû mendehoş di bûn û ji ber hêzbûna dengê wî şêwazê wî li gotina sitranê li wî Emrîda.

Li sala 1968 li gundê Ayka Zewciye û(Meyan Garis Dumo) birye û hevjîna wî got qepal ji ber pêz vegeriya mal gundî hemû çûne dorê û gotinê vêca bi helkefta zewaca xwe sitranên eşiq û evînyê ji mere bêje wî got zewaca çi min ne bi hîstye ez zewcîme gotinê mamê te keçmama te ji tere anîye, Neh zarokên rehmetiyê qepal hebûn şeş kurbûn bi navên (‘ito ‘îsî M’awye , dumo, sifyan feremez) û sê keç bi navên (Nura, basîme ‘asîme),rehmetyê qepal bi piranya sitranbêjên devera çiyayê Şingal re sitran gotbûn û bi taybetî sitranvan “Qasimê Meyrê” gelek caran divya pişkdaryê li bernamên honerî yên êzgehên kurdîda bike lê ji tirsa emna rijêma be’is newîra pişikdaryê bike, sedan sitranên eşiq û evînyê û mêrçakiyê û ‘egîdyê gotîne û bi dehan sitran tomarkirine û kêfa wî taybet ji sitranên eşq û evînyê re dihat mîna (Mem û Zîn, Şah Senem û Aşa Xerîb, Lîlê û Miclum Sorgula Hesen Şêra) û gelek sitranên dî.

Ti car mirin li bîra wîra nedhat herdem digot xwezî ji min hatiba min bîrek li erdê xweda kolaba û min û zarokên xwe çandin kirba û me ji berhemê çandina xwe xwarba, piştî çend salan hîvya wî bi cî hat û bîrek kolan û çandin kirin hevjîna wî got sîtlek baqil ji baxçê me çinî lexta berî bû û hat got şikir ji xwedê îro emê ji baxçê xwe xun lê hêj jî nexwarî sed heyf li temenekî kurtda û bi egera rûdaneka diltezîn li 7/5/1992 xatir ji evîndarên dengê xwe xwesti û çû ber dilovanya Xudê.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi