April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Grubekî çekdar hewl dide peywira rêveberiya nahyeya Başîkê bixe dest xwe

Grubekî çekdar hewl dide peywira rêveberiya nahyeya Başîkê bixe dest xwe

Li Deşta Nînowa grubekî çekdar dixwaze pêkvejiyanê têkbide û peywira rêveberiya nahyeya Başîk bixe bin destê xwe û Başîk û Behzanê jî wek Şingalê lê bike.

Berpirsê ofîsa helbijartinê yê baskê 14ê yê PDKê li Nînowa Menaf Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Grubekî çekdar li Deşta Nînowa rêgiriyê li danîna rêveberiya nû ya ji bo nahyeya Başîk û Behzanê dike û hewl dide rewşa Başîk û Behzanê jî wek Şingalê lê bike û asayîş û pêkvejiyanê têkbide. Armanca wê grubê ew e kesekî ser bi wê gruba çekdarên ku dewletên biyanî piştevaniya wî dike, bibe rêveberê nahyeya Başîk û Behzanê, ku ew bi ti awayekî nayê qebûl kirin. Ji ber xelkê devera Başîk û Behzan hemû vegeriyane ser malên xwe û rewş başe û ew grubane kar dikin ji bo ku rewşê aloztir bikin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Piştî rêveberê nahyeya Başîk û Behzanê Zinun Yunis malnişîn bû, mafê PDKê heye kesekî din ji bo wê peywirê diyar bike. Lê piştî çend rojan, nahah grubekî çekdaran a ser bi Heşdî Şeibî ku ji aliyê dewletên biyanî ve piştevanî li wan tê kirin, hewl dide pêkvejiyanê têkbide û peywira rêveberiya nahyeyê bixe bin destê xwe.’’

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Mehma Xelîl jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Deşta Nînowa cîhê pêkvejiyanê ye û nabe grubên çekdar xwe bisepînn û pêkvejiyanê têkbidin. Hin grub li Deşta Nînowa li ser wêran kirin û nehiştina pêkvejiyanê li Deşta Nînowa kar kdikin. Peywira rêveberiya nahyeya Başîk û Behzanê mafê PDKê ye, lê ew gruba çekdaran dixwazin wê peywirê bixin bin destê xwe û bê ku xelkê Başîk û Behzanê bi vê razî bin û qebûl bikin.’’

Herwaha got: ‘’Dijî wan grubên çekdar bi fermî me beyaname belav kiriye û nahêlin grubên çekdar li ser mafê xelkê Nînowa zêdegaviyê bikin. Grubên çekdar ên ser bi Henîn Qido hewl didin devera Başîk û Behzanê bixin bin destê xwe, ku di helbijartinên pêş de jî xelkê bitirsînin û dengan ji xelkê wergirin. Ev yek nayê qebûl kirin û xelk jî dê biryara xwe bide.’’

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi