Li Şingalê toreke derxistina nasnameyê bo serkirdeyên PKKê hat eşkerekirin
Hewlêr (K24) – Li Şingalê nasnameya Iraqê ji bo bi dehan serkirdeyên PKKê hatine derxistin û Wezareta Navxwe ya Iraqê jî tometbaran dide dadgehê.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, torek ku ji şeş karmendên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê pêk hatiye, li Fermangeha Nasname û Rewşa Şaristanî ya li Şingalê, ji bo bi dehan serkirdeyên PKKê nasnameya Iraqî derxistine û ji ber vê yekê, wan di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û hemû parêzgehên Iraqê de bi azadî hatûçûnê kirine.
Çend jêderên agahdar ji Kurdistan24ê re eşkere kirin, wan karmendan zanyariyên kesên Kurdên Êzidî yên koçkirî an kesên li derveyî welat in, ji bo vê mebestê bi kar anîne û tenê wêneya li ser nasnameya wan guherandine, da ku li rêbendên ewlehiyê yên bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê rê li ber wan neyê girtin.
Jêderên ku nexwestin navên wan werin eşkerekirin, tekez kirin ku egereke dûr nîne ku armanceke wan kesên nasname bi dest xistine, beşdarbûna çalakiyên çekdarî be û behsa wê yekê jî tê kirin ku ev dosye di bin lêkolînê de ye û hemû kesên ku di vê dosyeyê de ne, hevsozên PKKê ne û heta niha 5 tometbar hatine desteserkirin û yek ji wan, ber bi Rojavayê Kurdistanê reviyaye.
CH