Jibo berjewendiya giştî extiyarên devereke Êzidiyan çend qirar derxistin
Tora Laliş:
Li gorِey qirareke extiyar û muxtarê gundê Xetarê ku îro hatye derkirin, êdî nabe li şehyanan nanxwarn were danan û pêştir heman biryar li gundê Şarya jî hatiye dan.
Jibo berjewenda giştî û xelkê deverê, rîhspî û muxtarê gundî bi rawêja xelkê gundî, îro 7î nîsana 2023, kombûnek encamda û têda biryarek li dor bi rêveçûna şehyanan li nava gundî bi taybetî derêxst.
Li gorey wê biryara hatiye dan, êdî nabe li şehyanan nanxwarn were danan û bitinê dê şrînahî û av bo xelkê daxwaz kirî werin danan.
Ev biryar li gorey berwara îro dê kefte diwarê bicihînanê da û li ser hemû xelkê gundî yê pêgîr bit bi bicihînana wê.
Herwesa pêştir li gundê Şarya ser bi komelgeha Şarya,bi heman şêwe ev biryare hatiye dan û xelk pêgîryê pê diken.
CH