Daxwaz ji Serokê Meclisa Nûnerên Iraqê tê kirin jibo zêde kirina kotaya Êzdiyan li perlemantoyê Iraqê
Tora Laliş
Endamê parelemantoya Iraqê birêz Mahma Xelîl li baregeha meclisê bi Serokê Meclisa Nûneran Mihemed El-Helbûsî re hevdîtin pêk anî.
Îro roja dûşemê 6î Adara 2023 Endamê parelemantoya Iraqê birêz Mahma Xelîl seredana mecteba Halbusî kir ji bo gotubêj kirina pirsa kotaya Êzidyan ku daxwaz tê kirin ji bo zêde kirina kotayên Êzdiyan û vedîtina çareyekê .
Di Hevdîtinê da ku berêz Mahama Xalîl di malpera xwe ya Social Media yê da belev kiriye ku herdû alyan behsa yasaya hilbijartinan û kotaya Êzdiyan ya di qanûnê de kirin û birêz Mahama Xalîl daxwaza zêdekirina kotaya Êzdiyan kir.
Endam perlemanê navhatî amaje bi du dozên ku di salên 2010 û 2021’an de pêşkêşî Dadgeha Federalî kiribû, di derbarê vê mijarê de bi ser ketibûn.
Dîsan daxwaz ji Serokê Encûmenê Iraqê Mahamad Al-halbusî kir ku hejmara kotayên Êzdiyan li Mûsilê bibe du kota, yek li Dihokê û yek li Bexdayê, û ev yek jî nîşana hebûna êzdiyan bi hejmareke mezin û li navçeyên cuda yên Iraqê ye. ku pêwîstî bi dadperwerî ji bo vê kêmîneya olî ya dilsozê Iraqê û beşdariyeke çalak ji bo aramkirina bingehên demokrasiyê li Iraqê heye.
Ji aliyê xwe ve, birêz Serok piştevaniya xwe bo daxwazên Êzidiyan dupat kir, tevî ku mijara hilbijartinan di nav baskên siyasî de tê gotûbêjkirin ku biryarê li ser bidin.
CH