Razîbûn li ser sindoqa avedankirina Şingalê hat kirin
Endamekê Civata Nûnerên Iraqê diyar kir, Mehemed Şiya Sûdanî, Serokê Hiukmeta Iraqê razîbûn li ser danana sindoqa avedankirina Şingalê kiriye di budceya ev sale da.
Mehema Xelîl, endamê civata nûnerên Iraqê bo evro xuiya kir, piştî wan bi nvîsareka fermî daxwaz ji Serokê Hiukmeta Iraqê kirî, sindoqa avedankirina Şingalê were danan, serokê hiukmetê razîbûna xwe li ser danana wê sindoqê di çarçûveya budceya ev sale da diyarkiriye û got: ” Eve wê bibe egerê avedankirina Şingalê û rewiş wê ber bi başiyê ve here û aware wê vegerin ser mal û halê xwe”.
Refet Simo, cêgrê parêzgarê Neynewa bo karubarên îdarî bo evro xweyakir: ”Danana sindoqa avedankirina Şingalê wê bibe eger rewişa Şingalê xoş bibe, ji berku heta niha Şingal ya wêrankiriye û ew pare(dahatê) ji dewletan bo Şingalê hatî terxankirin hemû di wê sindoqê da dê hête komkirin û Şingal dê pê were avedankirin”.
V:CH