February 08, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîr Hazim: Eger Nêçîrvan Barzanî nebûya me nedikarî keç û jinên xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin

Mîr Hazim: Eger Nêçîrvan Barzanî nebûya me nedikarî keç û jinên xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin

Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg derbarê biryara parlamentoya Almanyayê ya naskirina jenosîda li dijî Kurdên Êzidî de got: “Ez bawer nakim di 100 salên borî de hemû endamên parlamentoyê destên xwe ji bo biryarekê bilind kiribin, ez matmayî mam. Li gorî zanyariyên min gelek rêxistinên wan alîkarî dane ku ev doz weke jenosîd bê naskirin û nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xemsarî nekiriye.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg  diyar kir ku roja ku DAIŞ hat Şingalê, 6 hezar û 500 Kurddên Êzidî ketin destê DAIŞê û got: “Sê hezar û 500 kes mane û yên din hatine rizgarkirin. Kek Nêçîrvan hemû vegerandin, em gelek spasiya wî dikin, ji ber ku aborî li cîhanê pir girîng e, eger kek Nêçîrvan nebûya, niha ew keç û jin ne di destê me de bûn. Kek Nêçîrvan birayê me ye, belkî wî ev yek wek erka xwe dîtibe, lê em jê re dibêjin gelek spas.”

Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn ku piştî biryara parlamentoya Almanyayê ya naskirina komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd bersiva pirsên peyamnêra Rûdawê Ala Şalî da.

Rûdaw: Ji bo êzdiyan bi giştî naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd ji aliyê parlamentoya Almanyayê ve dê çi sûd hebe?

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Nêzîkî 80 kesên Êzidî di parlamentoyê de bûn û ez li gel wan bûm, gelek birayên me yên Kurd di parlamentoya Almanyayê de amade bûn, hestên wan jî wek me bû. Gelek kêfa me hat, ev biryareke dîrokî bû ku Almanyayê da. Beriya Almanyayê 12 welatan komkujiya li ser Êzidiyan weke jenosîd nas kiribûn û em aspaiya hikûmet, parlamento û parlementerên Almanyayê dikin ku ji roja ewil ve bi me re bûn ji bo derxistina vê biryara dîrokî û Ez difikirim ku em dê gelek sûd ji vê biryarê werbigirin, nemaze ji bo Şingalê û avedankirina wê, bi taybet di warê manewî de naskirina jenosîdê ji bo me pir giring e.

Rûdaw: Ev biryar dê ji bo sînorê Şingalê û bi giştî ji bo êzdiyan li Kurdistanê çi feydeyê bide?

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Biryara ku hatiye qebûlkirin dê ji hikûmetê re bê şandin û li gor zanyariyên me hikûmeta Almanya dikare gelek tiştan ji me re bike, ji ber ku biryar ji 20 xalan pêk tê û gelek tiştên baş jî tê de hene, wek vegerandina gelê me ji kampan bo Şingalê, avakirina dadgeheke adilane, her kesek ku zilm û jenosîd kiriye divê bê cezakirin, êzdiyên di destê DAIŞê de bên rizgarkirin û gelek tiştên din.

Rûdaw: Weke ku we behs kir, ev biryar 20 xalan dihewîne, lê çima we xala 7 neeciband?

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Berî ku em herin parlementoyê, min dît ku wan biryarek amade kiriye ku  çend xal tê de hene, min beriya du sê rojan bi baldarî xwend û hemû dirist bûn, ji xeynî xala 7an, ku bi dilê Êzidiyan nebû û min jî wek Emîrê Êzidiyan qebûl nekir, beriya ku Êzidî wê qebûl nekin, yasaya Iraqê jî qebûl nake, çimku yasaya Iraqê dibêje, her kesê ku dê û bavê wî misilman be, ew kur an keç dê bibe misilman.

Berî niha me biryar da ku xwişk û dayikên me vegerin, hemû vegeriyan û me li Laleşê pêşwaziya wan kir, ew xwişk û dayikên me ne û ser çavan, gelek zilm li wan hat kirin û me jî pêşwazî li wan kir, lê li vir xalek heye ku zarokên wan bi rastî ne ji aliyê qanûnên Iraqê ve û ne jî ji aliyê civaka Êzidî ve nayên qebûlkirin.

Rûdaw: Di naskirina jenosîda Êzdiyan de rola nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanyayê çi bû û çi qas giring bû?

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Dema ez çûm avahiya parlamentoyê, kek Dilşad li wir bû (Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya), em derengtir gihîştin û li parlamentoyê gotûbêj dest pê kiribû. Nêzîkî 10 kesan axivîn, di dema pesendkirina jenosîda Êzidiyan di parlamentoyê de, hemûyan destên xwe bilind kirin, wê yekê wateyeke gelek mezin heye û ez bawer nakim di 100 salên borî de hemû endamên parlamentoyê destên xwe ji bo biryarekê bilind kiribin, ez matmayî mam. Li gorî zanyariyên min gelek rêxistinên wan alîkarî dane ku ev doz weke jenosîd bê naskirin û nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xemsarî nekiriye.

Roja ku DAIŞ hat Şingalê, 6 hezar û 500 xwişk û dayikên me ketin destê DAIŞê. Sê hezar û 500 kes mane û yên din hatine rizgarkirin. Kek Nêçîrvan hemû vegerandin, em gelek spasiya wî dikin, ji ber ku aborî li cîhanê pir girîng e, eger kek Nêçîrvan nebûya, niha ew keç û jin ne di destê me de bûn. Kek Nêçîrvan birayê me ye, belkî wî ev yek wek erka xwe dîtibe, lê em jê re dibêjin gelek spas.

Rûdaw: Çend welatên din dixwazin vê komkujiyê weke jenosîd nas bikin?

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Berê 12 dewletan ev komkujî wek jenosîd nas kiribûn û niha jî Almanyayê, lê gelek balyoz û rayedarên ku serdana me dikin dibêjin ji bo biryareke wisa çi ji destê wan bê dê bikin. Divê hin welatên girîng ên wek Brîtanya, Amerîka, Fransa û Rûsya jî vê biryarê pesend bikin.

Rûdaw: We bi rayedarên ayebilind ên Wezareta Derve re hevdîtin pêk anî. Di wê civînê de we behsa çi kir? Soza wan a ji nû ve avakirina Şingalê bi taybetî çi bû? 

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Min sipasiya wan kir ji bo pesendkirina biryarê li parlementoyê û me got ku weke hikûmet çi ji destê we tê bikin da ku biryar li ser kaxezê nemîne û wan got çi ji destê me bê em dê weke hikûmet bikin û ji bo Şingalê kar bikin.

Rûdaw: Ji nû ve avakirina Şingalê hêsan e? Wezîra Derve ya Amanyayê duh ji Rûdawê re axivî û got, “Ne karekî hêsan e, lê belê em dixwazin careke din piştevaniya xwe ya ji bo Êzidiyan dubare bikin ku em dixwazin Şingal ji nû ve bê avakirin û ti Êzidî li kampan nemîne.” 

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Eger ez bêjim hêsan e na, jinûve avakirina Şingalê ne karekî hêsan e, ji ber ku rewşa asayîş û siyasî ya Şingalê ne aram e, ji ber vê yekê divê hewldan ji bo aramkirina rewşa siyasî û ewlehî li Şingalê were kirin, lê ev 8 sal in em di vê rewşê de ne û gelê me bêzar bûye. 

Rûdaw: We behs kir ku divê ji bo Kurdên Êzidî hemû tişt bêne kirin,  heta niha we kariye ji bo Êzidiyan çi bikin an jî çi hatiye kirin?

Mîr Hazim Tehsîn Beg: 30 sal bûn ez cîgirê mîr Tehsîn bûm. Xweda wî bibexşîne û ev sê sal in rehma Xwedê kiriye û ez jî sê sal in mîr im. Heta heta niha ti ji destê me hatiye me kiriye û ti kêmasî nekirine. Min gelek hevdîtin bi gelek balyoz û rayedarên ji welat cuda, nûnerên rêxistinên navneteweyî, hikûmet, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda, Rûsya, London, Îtalya û gelek welatên din dîtin û gotin çi pêwîst be em dê bikin. Tişta ku bi serê me ew  ku peyam û nameyan bigihînin wan, îcar çi kirine yan jî dê çi bikin em nizanin a giring ew bû, ku ev bên kirin. 

Rûdaw: We wekî zêdeyî 750 kesayetên Êzidî yên ji çar aliyê cîhanê dijîn, destnîşan kirin ku divê Êzidî ji Kurdan neyên cihêkirin. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku hewldaneke heye di navbera Êzidî û Kurdan de cihêkariyê bike? 

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Hefteyek berê me civîneke mezin ji bo Êzîdiyan pêk anî. Nêzîkî 750 Êzidî ji hemû welatên Ewropa û seranserê cîhanê amade bûn û mêvanên min bûn.  Di nav de rewşênbîr û berpirsên komele, senter û êşirên Êzidiyan hebûn. Derdora 40 deqiqeyan ez bi wan re axivîm. Min nêzîkî 10 xalên girîng bo wan diyar kirin. Yek ji wan xalan ew bû ku min got bila mirov bi aqilê we nekenin. Ev jî ne ji bo bergirîkirina Kurdistanê ye û ez pê şad im. Dema ez bergirîyê di ber Kurdistanê de dikim ne ji bo dilê hinek kesan xweş bikim.  Ez îro rêberê neteweyekê me, milyonek û 200 hezar heta milyonek û 500 hezar Êzidî hene. Her welatê ku em diçin pêşwaziya me dikin, em serokwezîr, wezîrê derve dibînin û em li hev dicivin, lê her tiştê ku em dibêjin ji bo ewlehiya dilê me ye. Em vî karî ji bo dilxweşkirina kesî nakin. Birêz Mesûd serokê me ye, birêz Nêçîrvan serokwezîrê me ye, Iraq welatê me ye. Mebesta min ew bû ku xelk bi Êzidiyan nekene û nekarin Kurdistan û Êzidiyan ji hev cuda bikin. Êzîdiyên me li Kurdistanê ne, ne tenê Kurdistana Iraqê, Kurdistana Sûriyê û Tirkiyê ne.

Rûdaw:  Hûn her tim destnîşan dikin ku Êzidî Kurdên resen in û daxwaz dikin ku Êzîdî, Kurd û Kurdistanî ji hev cihê nebin. Ma Êzidiyên ku xwe kurd nahesibînin hene? 

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Sedam Hisên dîktatorekî mezin bû, her roj şerê welatekî dikir û gundê Êzidiyan hemû di destê Ereban de bû û me got Sedam Huseyîn serokê me ye. Çima niha em nebêjin Mesûd Barzanî serokê me ye? Ez vê pirsê ji her kesî bikim. Ez ji Kurdistanê û Êzidiyan dipirsim, çima Birêz Mesûd Serokê me nebe? Tişta jê tê ji bo me dike, lê tişta jê neyê ew tişteke din e. Ji bo çi? Ji sedî 80ê Êzidiyan dibêjin Êzidî ol in lê weke nijad  Kurd in xwe ji netewa Kurd dihesibînin, lê ji sedî 20ê Êzidiyan dibêjin na, em ne Kurd in, em êzîdî ne, Lê emê em bi wan re hewl bidin û dibêjin werin, çima hûn dibêjin Kurd û Êzîdî ne yek in û ji vê bawer dikin. 

We behsa vê yekê kir ku dixwazên vegerin Kurdistanê û serdana Bexdayê bikin.Di civînên Bexdayê de hûn dê behsa çi bikin? 

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Înşalah em dê piêtî çend rojên din biçin Bexdayê û em dê bi wan re bicivin û têkiliyê bi ofîsên wan re deynin da ku demek ji bo dîtina me diyar bikin. Heyetek ku nêzî 25 kesan pêk tê dê ligel min, ew ji şêwirmendên min û civata Ruhanînê bin. Em ê biçin Bexdayê û bi serokkomar, serokwezîr û rayedaran re hevdîtinan bikin. 

Rûdaw: Daxwaza we ji hikûmeta Iraqê çi ye?

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Ev heşt sal in kampên em di vê rewşê de ne, lê heta niha  du wezîrên hikûmeta Iraqê nehatine. Gelek gilîyên me ji hukûmeta Iraqê hene. Du wezîr jî nehatine ku bibêjin; divê em çi bikin ji bo evê kampê. Nizanim gelo ew me wek Iraqî nahesibînin? Bi qasî saetek û 15 deqeyan me bi Balyozê Londonê yê Iraqê re hevdîtin kir. Min ji wî re got çima di çavên we de Êzidî biçûk in. Em hemwelatî ne, em li Iraqê ne mêvan in. Bav û kalên me bi hezaran sal in li Iraqê ne. Em li Kurdistanê bûn. Ji Kurdistanê re mêvan tê gotin? Kak Mesûd ji me re dibêje yên resen hûn in û hûn eslê me ne. Dibêje Êzidî Kurdên resen in. Çi ma Iraq wiha dike? Bila wezîr be, bêje hûn çi dixwazin.

Rûdaw:  Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, ji bo hevpeyvînê gelek spas dikim.

 

 

CH

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi