March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezîra Entegrasyona Koçberan a Almanyayê: Biryara naskirina jenosîda Êzîdiyan gaveke dîrokî ye

Wezîra Entegrasyona Koçberan a Almanyayê: Biryara naskirina jenosîda Êzîdiyan gaveke dîrokî ye

Wezîra Dewletê bo Karûbarên Entegrasyona Koçber û Penaberan Reem Alabali-Radovan ragihand ku biryara parlamentoya Almanyayê ya nasandina komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd dê bibe gaveke dîrokî.

Derbarê biryarê de Reem Alabali-Radovan dibêje: “Helbet ev yek nikare êşa Êzidiyan sivik bike. Lê hikûmeta federal gelek tiştan dike. Mînak li Iraq û herêmê bernameyeke ji bo Êzidiyên derbeder heye. Almanya jî ji bo jinûveavakirina herêmê, ku mixabin wêran bûye, alîkariya darayî dide.”

Reem Alabali-Radovan amaje bi alîkariyên ku Almanya ji bo rizgarbûyên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê kir û got: “Hikûmeta federal li herêmê alîkariya derûnî-civakî (psîko-sosyal) bixwe fînanse dike û piştgirî dide, da ku jinên ku hîn li wir in, yên ku rizgarbûne, karibin di warê nefsî de muamele bi tiştên ku hatine serê wan bikin.”

Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Entegrasyona Koçber û Penaberan Reem Alabali-Radovan di hevpeyvîneke taybet bersiva pirsên Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî da.

Ala Şalî:  Ev danpêdaneke bi sîmayeke sembolîk dibe. Weke gava duyem Kurdên Êzidî daxwaze dikin ku qada Şengalê ji nû ve bê avakirin bikaribin vegerin axa xwe. Baş e hikumeta Almanya dê çawa piştgiriyê bike? 

Reem Alabali-Radovan: Helbet naskirina jenosîda Êzîdiyan a li Iraqê roleke mezin dilîze. Wê bibe gaveke dîrokî. Û ev gavekî pêş de diçe di warê damezrandina edaleta dîrokî de. Helbet ev yek nikare êşa Êzidiyan sivik bike. Lê ez difikirim ku ev îşareteke girîng e, ku Almanya di rê de ye ku jenosîdê nas bike. Hikûmeta federal gelek tiştan dike. Mînak li Iraq û herêmê bernameyeke ji bo Êzidiyên derbeder heye. Almanya jî ji bo jinûveavakirina herêmê, ku mixabin wêran bûye, alîkariya darayî dide.

Almanya dê çawa alîkariyê bide Êzidiyan bi taybetî dê çawa alîkariya jinên Êzidî bike û ji bo rizgarbûyên ji destê? Ji bo vê plansaziya we ya demdirêj çi ye?

Ji ber vê yekê çend pêngav hene. Tiştê ku ez pirr girîng dibînim ew e, ku hikûmeta federal li herêmê alîkariya derûnî-civakî (psîko-sosyal) bixwe fînanse dike û piştgirî dide, da ku jinên ku hîn li wir in, yên ku rizgarbûne, karibin di warê nefsî de muamele bi tiştên ku hatine serê wan bikin. Û ez pir kêfxweş im ku gelek eyaletên federal di sala 2015an de biryar dan ku jinên Êzîdî bînin Almanyayê û piştgiriyê bidin wan. Em vê yekê di warê entegrasyonê de dikin. Û berî her tiştî, ew jin faktorek girîng in di warê dadgehkirina tawankarên DAIŞê de. Jinên Êzidî li wir roleke sereke dilîzin. Û ez bi civaka Êzidî ya li Almanyayê re jî di nav têkiliyeke nêzîk de me. Di warê pirsên din de, wekî mînak dê entegrasyon çawa bidome û pêdiviya jinan herî zêde bi çi hene?

Sedema çûna Êzidiyan a ji bo Almanyayê çi ye? Polîtîkaya koçberiyê ya li Almanyayê asankariyê ji bo wan dike?

Belê, eyaletên federal jixwe piştî kiryarên DAIŞê yên sala 2014an bernameyên taybet ên wergirtina (penaberan) dan dest pê kirin. Ew yek tiştek e. Ji ber vê yekê, niha mezintirîn dîasporaya Êzidî li cîhanê li Almanyayê ye, zêdetirî 200,000 Êzîdî li Almanyayê dijîn. Lê helbet Hikûmeta Federal jî bixwe gavan diavêje, û ev jî ji bo min pirr girîng e, ku li herêmê, yanî li Iraqê jî, karê jinûavakirinê tê kirin, ku belkî ev yek dê hêviyek be ji bo avakirina jiyanek li wê derê.

Niha ez dixwazim çend pirsan li ser karê we bikim wek wezîrê dewletê, nemaze di vê serdemê de, ofîsa we giringiyeke navendî ye. Eger em li pirsgirêkên cuda yên derbarê penaberan de binêrin, plana we ya sereke di xizmeta we de çi ye, hûn dixwazin çi biguherînin?

Wekî peywirdara entegrasyonê, karê min ê sereke ew e, ku xebatê bikim, da ku entegrasyon li Almanyayê serkeftî bimeşe. Ne tenê ji bo penaberan, lê herweha ji bo kesên din jî, wekî mînak kesên ku ji bo xwendinê an jî ji bo xebatê tên. Dewlet hemû binesaziyan dabîn dike da ku mirov xwe baş entegre bikin. Û niha bi rastî jî hîna gelek tişt hene ku divê werin kirin. Ji aliyekî ve şerê li Ukraynayê bûye sedema koçberiyeke mezin a penaberan, herwiha pêlên din ên penaberan jî hene.

Hûn û malbata we ji Iraqê ne, em dikarin bibêjin ku ev bûye sedem ku hûn bi hestiyarî li pirsgirêka penaberan binêrin? Wê yekê heta çi astê bandora xwe heye ku tu zêdetir rewşa koçber û penaberan fêm dike?

Erê, bê gûman ez jî bi serpêhatiya xwe ya penaberiyê perspektîfekê bi xwe re tînim. Ez fam dikim, dema ku mirov digihîje vir, xwe çawa hîs dike, di çi rewşê de ye. Lê min berê jî di vî warî de gelek kar kiribû, û ev tecrûbe jî di xebata min a rojane de ji min re dibe alîkar, ku ez bibînim ku bi rastî kesên li wê derê dema ku tên di çi rewşê de ne. Di maweya dirêj de pêdiviyên wan çi ne? Û ez her gav wê yekê dikim parçeyeke ji karê xwe.

Gelek koçber û penaber ji welat û civaka Îslamî tên. Çawa dikarin entegreyeke taybet di navbera wan penaberan û civaka Alman de pêk bînin?

Bernameyên me yên entegrasyonê, ku hene, wekî mînak kursên entegrasyonê, ew bê gûman, ji bo her kesî ne, ne xem e penaber ji kîjan welatî hatibe û ev yek girîng e. Lê ez bi civatên olî re, wekî cemaetên mizgeftan, lê herweha bi civata Êzîdî re jî ji nêz ve kar dikim. Herweha min vê dawiyê bi civaka Aramî re hevdîtin kir, da ku bibînim ka wekî civakên olî pêdiviyên wan çi ne, û li ku derê astengî derdikevin pêşiyên wan? Û ji bo wê jî bernameyên me yên taybet hene.

Birêz we behsa mijareke girîng kir ew jî  pêwistîya Almanyayê bi xebateke zêdetir heye.  Pêdivîya Almanyayê bi xebateke çawa heye? ji ber ku gelek xelkên Kerêma kurdistanê ji bo kar yan xwendinê tên Almaniyayê. J bo wergirtina vîzeyê rêya herî baş çi ye?

Em niha ji bo hukûmeta federal li ser stratejiya karkerên pispor kar dikin û her weha ji bo berdewamkirina Qanûna Koçberiyê ya ji bo karkerên pispor. Ez texmîn dikim ku ew ê di çend mehên pêşiya me de di kabîneyê de were pejirandin. Û paşê jî dê agahdariyên taybet hebin, ka mirov ji bo karkirinê çawa dikare were Almanya’yê, û helbet ji bo xwendina bilind jî. 

Baş e birêz,  we di malpera xwe da behs kir ku hûn dixwazin ji bo wergirtina welatan hêsantir bikin. Wergirtina pasaportê ji bo gelekan hê jî ne zelal e. Tu dikarî vê mijarê zelaltir bikî?

Hîna hêsantir nebûye. Niha em li ser dixebitin. Em dixwazin zêdetir mirov hevwelatiyê bistînin. Em qanûneke nûjen a hevwelatîbûnê dixwazin. Anku em maweya îqametê ku ji bo hevwelatîbûnê hewce ye kurttir bikin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi