March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezîrê Derve yê Almanyayê: Naskirina jenosîda Kurdên Êzîdî pêngaveke girîng e

Wezîrê Derve yê Almanyayê: Naskirina jenosîda Kurdên Êzîdî pêngaveke girîng e

Hewlêr (Rûdaw) Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock têkildarî biryara parlamentoya welatê xwe ya naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd ragihand ku “Belê ev gavek girîng e ber bi qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.”

Îro di civîneke taybet de, Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock di rêze twittekê de, ev biryara îro ya Parlementoya Alamnaya bi pêngaveke giring da zanîn.

Baerbock di rêze twittên xwe de dibêje: “Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatbûn revandin, bûbûn kole, û qurbaniyê destdrêj kirinê. Ev êşa wan min ticari bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.

Baerbock herwiha biryar weke pêngaveke girîng pênase dike û dibêje: Em dizanin ku ti biryareke parlemantoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cûdahiyekê çêdike: Belê ev gavek girîng e ber bi qenûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.

Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock diyar nivîsandiye: “Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi