April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Jineke Êzdî 13 sal ji kesê bi herî temen ê cîhanê mezintir e

Jineke Êzdî 13 sal ji kesê bi herî temen ê cîhanê mezintir e

 Jina Êzdî Rewşê Kasim a ji Şingalê li gorî dîroka jidayikbûnê li ser nasnameya wê, 13 sal ji kesê bi herî temen ê cîhanê mezintir e. Dayika Rewşê li gor nasnameya xwe 135 salî ye.

Rewşê Kasim ku li komelgeha Dugerî ya Şengalê qeydkirî ye, ji ber êrişên DAIŞê niha li kampa Keberto a navçeya Sêmêlê ya Duhokê dijî.

Rewşê Kasim wek xewn tê bîra wê di dema fermanên bi serê Kurdên Êzdî de hatine gelek caran malên wan hatine talankirin. Lê belê ji ber temenê wê yê mezin dîroka bûyerên talankirinê baş nayê bîra wê. Tenê tiştê ku tê bîra wê, wê demê 7-8 salî bûye.

Dayika Rewşê li gor temenê xwe rewşa tendirustiya wê baş e. Lêbelê, çavek wî hêza xwe ya dîtinê bi tevahî winda dike, lê yê din pir hindik dibîne. Bîra wî êdî wek berê ne xurt e.

Rewşê Kasim ji bo Rudawê dibêje “Êdî ez nikarim bibînim û ji ber êşa çokên xwe nikarim pir bimeşim.” Pîrejina ku neviyê wê Tehsîn ew xwedî dike, ji bo pêdiviyên xwe bi cih bîne jî di meşên kurt de jî desteka neviyê xwe digire.

Li gorî Tehsîn; Beriya êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şingalê, dapîra wî bi tena serê xwe gelek tiştan dikir, ji paqijkirina malê bigire heta xwedîkirina ajelan. Lê piştî ku ew li kampê bi cih bûn, hafizaya pîrejinê lawaz bû û her roja ku derbas dibû tendirustiya wê xirabtir dibû.

Tendirustiya wê li kampan xirab bû

Tehsîn Reşo li ser dapîra xwe van agahiyan dide Rûdawê:

“Dema li gund bû tendirustiya wê gelek baş bu. Dikaribû gelek tiştan bike. Ajelan xwedî dikir. Şert û mercên nebaş û sar ên li konên li kampên ku em çûne piştî rizgarbûna ji fermana dawî bandoreke neyînî li tendirustiya wê kir. Çavên wê hema bêje nabînin. Ji dema ku em hatin kampê, hafizaya wê diçe û tê.”

Wêne: Rûdaw

Pîrejina ku ji peyamnêrê Rûdawê Eyûp Nisrî re axivî, bi temenê xwe yê zêdeyî sed salî bûye şahidê gelek bûyeran û gelek ji wan jî bihîstiye. Lê ji ber temenê xwe yê mezin dîroka gelek bûyeran bi temamî nayê bîra wê.

Dayika Rewşê 13 sal ji kesê herî bi temen ê cîhanê mezintir e

Nasnameya Rewşê Kasim li Birêveberiya Nifûsa Şêxanê hatiye çêkirin. Dayika Rewşê ku roja jidayikbûna wê 1ê Tîrmeha 1887an e, du caran zewiciye. Rewşê Kasım bi 135 saliya xwe belkî mezintirîn kesa cîhanê ye.

Wêne: Rûdaw

Di dîrokê de mirovê herî bi temen ê ku heta niha jiyaye yê Fransî Jeanne Louise Calment e, ku 122 salî bû dema ku di sala 1997an de mir. Piştî mirina Tanaka, rahîbeya Fransî Lucile Randon a 118 salî, niha kesa herî bi temen a cîhanê ye.

Zaro Axayê Bedlîsî zêdetirî 150 salan jiya

Tê îdiakirin ku di dinyayê de mirovê herî dirêj jiyan kiriye Zaro Axayê Bedlîsî ye.

Tê îddîakirin ku Zaro Axa ku tê texmînkirin di sala 1774/1777an de hatiye dinyayê, di 29ê Hezîrana 1934an de li Stenbolê di 157 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye.

Ew li Rojhilata Navîn weke kesê herî dirêj jiyaye tê naskirin û li gorî hin çavkaniyên biyanî jî yek ji çend kesên li cihanê herî dirêj jiyaye

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi