April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê 7 ol ên fermî û 6 hezar perestgeh hene

Li Herêma Kurdistanê 7 ol ên fermî û 6 hezar perestgeh hene

BasNews – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, li Herêma Kurdistanê 7 ol hene û hemû di çarçoveya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê molet ji wan re hatiye dayîn û li gor yasayê hatine rêkxistin. Di çarçoveya rêveberiyekî bi navê ‘’Pêkvejiyana Olî’’ de çalakiyên xwe encam didin. Herwaha Herêma Kurdistanê xwedî 5 hezar û 800 mizgeft û 145 Dêr û 400 cîhên din ên olî yên hemû pêkhateyên din e, ku di kabîneya nehem de planeke bihêz ve endazyariya nûjen kirina wan cîhên olî hatiye darêjandin. Ên herî diyar jî ji bo nûjen kirina wan tirbeya Sultan Muzafer li bajarê Hewlêrê û Mizgefta Kak Ehmedê Şêx û Mizgefta Mezin a Silêmaniyê û Binkeyê Laleş û gelek cîhên din li bajarê Duhokê, ku li ser erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatine nûjen kirin.

Derbarê hejmar û navên wan ol û baweriyên li Herêma Kurdistanê û bi awayekî fermî hatine nas kirin û çawaniya rêveberina karên wan de jî berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl di pêgeha fermî ya Hikûmeta Kurdistanê de ragehand: ‘’Li gor yasaya hejmara 5 a sala 2015ê ya Parlamentoya Kurdistanê, 7 ol li Herêma Kurdistanê molet ji wan re hatiye dayîn û li gor yasay hatine rêkxistin û nûnertiya wan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de heye. Herwaha di çarçoveya rêveberiyekî bi navê ‘’Pêkvejiyana Olî’’ de çalakiyên wan hene.

Nebez Îsmaîl got: ‘’Pêkhateyên ola Mesîhî û Êzdî xwedî rêveberiyên giştî û karûbarên taybet ên xwe ne û ew bi xwe birêve dibin. Lê ser bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ne û di peykerê yasaya wezaretê de cîhê wan rêveberiya giştî ye. Derbarê navên olî de jî Îslam, Mesîhî, Êzdî, Behayî, Sabîeyî, Mendayî, Cihû û Zerdeştî fermî tên naskirin û ew ol û baweriyane hemû jî çalakiyên wan hene û pêwendiyekî bihêz di navbera wan de heye û beşdarî bone û merasîm û çalakiyên hev jî dibin.’’

Yek ji rûyê herî diyar ê Herêma Kurdistanê jî rengdana pêkvejiyana cudayiyane, ji ber wê jî Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî xwedî rêveberiyekî taybet a Pêkvejiyana Olî ye.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi