January 30, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Balyozê Gurcistanê: Em piştgiriya hemû mafên Êzdî û Kurdan dikin

Balyozê Gurcistanê: Em piştgiriya hemû mafên Êzdî û Kurdan dikin

Balyozê Gurcistanê yê li Bexdayê Zaza Kanblakî ragihand ku ew li welatê xwe piştgiriya hemû mafên Kurdên Êzdî û Kurdan dikin.

Zaza Kanblakî diyar kir ku welatî wî dikare gelek waran de piştevaniya Herêmma Kurdistanê bike û got: “Eger kesek here dadgehan, dê hemû kar û barên wî yên qanûnî demjimêreke tenê bidomin. Her wisa sîstema wê jî elektronîk e. Tiştekî ku Gurcî jixwe pê dizanin ev e. Êdî em amade ne di vî warî de piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin.”

Kanblakî anî ziman ku  ew amade ne peywendiyên xwe yên çandî û aborî li gel Herêma Kurdistanê pêş bixin û got: “Îcar bê guman em Kurd û Êzdiyên ku li Gurcistanê dijîn ji bo vê yekê bi kar tînin. Pêdiviya wan bi hin reforman di jiyana wan de heye û em li ser vê difikirin. Her wiha em amade ne li ser tevaya pirsgirêkên wan bi wan re biaxivin.”

Balyozê Gurcistanê yê li Bexdayê herwiha teqez kir ku li welatî gelek Kurd di hikûmetê de xwediyên postên taybet in û beşek ji hikûmetê ne ku bi neteweyên cuda re, Kurd jî tê de, kar dikin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Balyozê Gurcistanê yê li Bexdayê Zaza Kanblakî re:

Rûdaw: Rêzdar Kanblakî, spas ji bo vê derfetê û tu bi xêr hatî Herêma Kurdistanê.

Zaza: Spas ji bo mêvandariya we û ji bo vê derfetê ku ez welatê xwe di televîzyona we de bidim nasîn.

Rûdaw: Spas. Yek ji mebestên seredana te ew e ku tu konsulxaneyekê li Hewlêrê vekî. Konsulxane wê kengê bi fermî vebe?

Zaza: Tu bixwe dizanî ku dem jê re pêwîst e. Pêwîstî bi tedbîrên fermî heye û berpirsên Bexdayê jî ji vî karî berpirsiyar in. Bi hev re tê çareserkirin û divê biryar ji herdu aliyan be. Min pêşî fermana hikûmeta xwe ji bo vekirina vê konsulxaneyê wergirt. Paşê me jî ev ferman gihand destê berpirsên hikûmeta Iraqê û me kopiyeke wê da Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî. Lewra ji bo min pir zehmet e ku ez behsa demê bikim, çimkî pêdivî bi hinek tedbîran heye û em jî dinêrin û hêvîdar in ku zû bê vekirin, çimkî ev ji herdu aliyan re sûdmend e.

Rûdaw: Li wê konsulxaneyê çi cureyên xizmetguzariyê dikarin bên pêşkêşkirin?

Zaza: Tu bixwe dizanî ku berî her tiştî ez dixwazim diyar bikim ku ew ne pêkhateyeke fermî ye. Lewma çêdibe ku ev di navbera her du aliyan de têkiliyên çandî yan hinek karûbarên aborî bin. Îcar em vê yekê li ber çav digirin ku Kurdistan beşek û herêmek e li Iraqê û di heman demê de li Gurcistanê hinek herêmên me jî yên cuda hene. Lewma em bawer dikin ku dirustkirina vê têkiliyê di navbera herêmên Gurcistanê û Herêma Kurdistanê de, dê ji bo her du aliyan gelekî sûdmend be. Jixwe ev yek bi şêwira asayî pêk tê.

Rûdaw: Dibe ku temaşevanên min bipirsin gelo dikarin vîzeyê li konsulxaneya we ya li Hewlêrê bi dest bixin? Gelo ev jî li ber çavan hatiye girtin?

Zaza: Na, na, ev mijareke din e. Paşê ev mijar biryarên fermî ne û biryara fermî ya hevbeş di navbera Wezîrê Derve yê Iraqê û Wezareta Derve ya Gurcistanê de dixwaze. Em vêga qala vîzeyê nakin, çimkî hinek tedbîrên fermî dixwaze.

Hinek gotûbêj hatine kirin. Lê eger ez eşkere biaxivim, di heman demê de hinek arîşe jî hene. Lewma em hewl didin hinek çareseriyan ji van kêşeyan re bibînin. Êdî em ê paşê biryar bidin ka em ê çi bikin.

Rûdaw: Gelo bikaranîna axa Gurcistanê ji bo gihiştina Ewropayê ji aliyê koçberên Iraqî ve ji bo gihiştina sitargehekê, sedem bû ku ev vîze were rawestandin? Ma ev yek ji pirsgirêkan e?

Zaza: Te got Sûrî?

Rûdaw: Na, mebesta min ew e bi awayekî giştî…

Zaza: Aha bi giştî…

Rûdaw: Bi awayekî giştî bikaranîna Gurcistanê ji aliyê koçberên Iraqî ve ji bo gihiştina Ewropayê, gelo ev yek e ji wan pirsgirêkên ku te behsa wan kir?

Zaza: Erê. Ev yek ji wan mijaran e ku heta niha gotûbêj li ser tê kirin. Erê, bê guman. Çimkî mifaya me di wê yekê de ye ku gelek geştyar werin ba me û Gurcistan wek welatekî tranzit ji hemwelatiyên Iraqê re pir sûdmend be. Bila ez eşkere bibêjim ku em li ser hemû pirsgirêk û hemû egeran diaxivin, lê, ez dixwazim ji te re bibêjim ku berî biryara dawî pir dijwar e axaftin li ser hinek encaman bê kirin.

Rûdaw: Lê gelo her qet nebe hûn geşbîn in?

Zaza: Erê, bê guman. Bê guman, ji ber ku, wek tu bi xwe dizanî, berî her tiştî em du welatên dost in. Di pêwendiyê de gelek alî hene, wek pêwendiyên aborî û her wiha leşkerî jî. Hinek berjewendiyên hevpar jî hene. Her wiha em li têkiliyên çandî jî dihizirin. Paşê mirovên kurd hene ku li Tiflîsê dijîn. Wek mînak hevalên min ên polê hebûn ku kurd bûn. Lewma em ji gelê Kurd hez dikin û têkiliyên me yên çandî hene. Lewra dê pir sûdmend be ku em pêwendiyeke pir nêzîktir di navbera welatan de çêbikin.

Rûdaw: Te got ku nêzîkî 3 hezar Gurcî li Herêma Kurdistanê ne û piraniya wan li Duhokê ne. Bi piranî di kîjan sektorê de dixebitin?

Zaza: Erê. Bi nêrîna min, ez bi temamî nizanim ka ew çi dikin, lê ew mirovên asayî ne, mirovên cihê baweriyê ne. Îcar ez hêvîdar im ku ev mirov ji bo Herêma Kurdistanê giring bin. Çimkî ew karê xwe dikin û bi baweriya min ew piştevanên baş ên têkiliya di navbera her du aliyan de ne.

Rûdaw: Gelo dê di demek nêzîk de ti bazirganiyek di navbera Gurcistan, Iraq û Herêma Kurdistanê de çêbibe?

Zaza: Hîna na. Mixabin ne ewqasî çalak e. Ji ber vê yekê em di warê aborî de li pêwendiyeke çalak û zêdetir difikirin.

Rûdaw: Di kîjan warî de her du alî dikarin kar bikin?

Zaza: Tu dizanî ku gelek eger li pêş me hene. Gurcistan bi xwe welatekî çandiniyê ye, lewra ne zêdegavî ye eger ez ji te re bibêjim ku kalîteya hemû xwarin û fêkiyên me pir baş e û pir bitehm in. Di heman demê de şeraba Gurcî li Ewropayê pir bi navûdeng e û şerabeke pir taybet e. Bi baweriya min, hinek mirovên kurd jî şerabê vedixwin, tu bi xwe jî vê dizanî, ew ê di vî alî de jê razî bin. Îcar tu bi xwe dizanî ku gelek tiştên din jî hene ku em wan wek eger dibînin û li ser wê yekê dimînin ka ew têkilî kengî dest pê dike. Em li hemû egeran dinêrin.

Rûdaw: Te qala têkiliyên çandî kir. Ji bilî têkiliya bazirganî-çandî. Li Gurcistanê Kurd hene ku piraniya wan Êzidî ne. Gelo vekirina konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê dê bi awayekî ji awayan ti tiştî ji wan kurdên Gurcistanê re hêsan bike ku serdana Herêma Kurdistanê nexasim cihên pîroz ên Laliş û Şingalê bikin?

Zaza: Erê, bê guman. Em piştevaniya serdanên bi vî rengî dikin, eger ji aliyê kurdan ve cure feydeyek jê hebe. Mebesta min kurdên Gurcistan û Herêma Kurdistanê ye. Çima na? Em ê bi rastî bibin piştevan da welatiyên me yên kurd werin cihên pîroz.

Rûdaw: Hikûmeta we çawa dikare piştgiriya Herêma Kurdistanê bike? Hûn wek hikûmet û wek welat gelek ezmûnên we hene. Hûn di kîjan warî de dikarin piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin?

Zaza: Eger gelek in.

Rûdaw: Wek çi?

Zaza: Wek mînak îro hevdîtineke min bi Wezîrê Dadê re hebû. Ezmûneke me ya pir baş di dadgehê de heye. Bikaranîna van dadgehan tedbîrên xwerû dixwaze. Em pişta xwe bi prensîba “wen rê do” girêdidin. Îcar eger kesek here van dadgehan, dê hemû kar û barên wî yên qanûnî demjimêreke tenê bidomin. Her wisa sîstema wê jî elektronîk e. Tiştekî ku Gurcî jixwe pê dizanin ev e. Êdî em amade ne di vî warî de piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin. Ez piştrast im ku ev dê ji wan re pir sûdmend be. Îcar em ê bibînin.

Rûdaw: Gelo hevdîtina we ya bi Wezîrê Dadê re erênî bû?

Zaza: Erê. Jixwe min ji ber vê yekê qala wê kir. Ev hevdîtin pir erênî bû. Piştre pêşniyara me bi dilê wî bû jî.

Rûdaw: Ez dizanim ku hinek hemwelatî li Gurcistanê lîsans û xwendina bilind dixwînin. Çêdibe ku ev jî beşek ji vê pêwendiyê be ku Iraqî û Kurd biçin li zanîngehên Gurcistanê bixwînin?

Zaza: Erê. Bê guman, bê guman. Çima na, çima na? Bi me jî xweş e ku ew xwendekar werin Gurcistanê. Tu dizanî, dema xwendekar di navbera her du aliyan de dest bi têkiliyê dikin, ev dibe bingeheke pir baş ji siberojê re, çimkî tevaya jiyana xwe bi hev re dibin. Wek mînak, xwendekarên kurd ji şêwaza jiyana li Gurcistanê û çanda me têdigihin ku pir balkêş e. Lewra li gor min, ev wê derfetê misoger dike ku pêwendiyeke pir nêzîk di navbera her du welatan de were çêkirin.

Rûdaw: Dema ku em dibêjin her du welat, di heman demê de eger em behsa Kurdan bikin, em dikarin bibêjin heman netewe li du welatan. Kurd jî li Gurcistanê kêmnetew in…

Zaza: Dema ku ez behsa du welatan dikim, mebesta min Iraq û Gurcistan e…

Rûdaw: Erê, Gurcistan. Erê…

Zaza: Lê bi awayekî cuda jî em amade ne hevkariya herêmî bi Kurdistanê re bikin ji bo ku em herî baş hewl bidin.

Rûdaw: Bi nêzîkî li gor amareke hikûmî, nêzîkî 5 hezar heta 20 hezar Kurdan li Gurcistanê ne.

Zaza: Dibe ku zêdetir bin. Dibe ku zêdetir bin.

Rûdaw: Dibe ku zêdetir bin! Te got ku hevalên te hebûn.

Zaza: Erê, erê.

Rûdaw: Rewşa wan çawa ye? Ew maf çi ne ku ji wan re wek hindikahî hene?

Zaza: Tu dizanî, ew beşek ji civaka Gurcistanê ne. Beşekî tevahî ji civaka Gurcistanê ne. Îcar dema ku em behsa mafên gelê Gurcistanê dikin, ev tê wateya ku heman mafên wan jî hene.

Rûdaw: Bi wekhevî?

Zaza: Erê, bê guman.

Rûdaw: Lê wek civakeke etnîkî, wek mînak niha li dibistanê mafê xwendina zimanê dayikê heye.

Zaza: Em … em … erê, erê.

Zaza: Erê, bê guman. Bê guman em piştevan in. Em piştevaniya hemû neteweyên ku li Gurcistanê dijîn dikin. Em piştevaniya çand, ziman, dozên wan û pêşveçûna wan di civaka Gurcistanê de dikin.

Rûdaw: Di sala 2004ê de, her hefte di radyoya niştimanî de çarêkek saet ji bo zimanê Kurdî hebû. Ew ji sala 2004 ve dest pê kir û ji wê demê ve nema. Ev ji ber çi?

Zaza: Erê. Tu dizanî, mixabin ez ne amade me bersiva vê pirsê bidim. Lê eger di vî warî de hin çalakî hebin, wê demê bê guman dê hikûmeta Gurcistanê û berpirsên Gurcistanê piştevaniyê lê bikin.

Rûdaw: Ez vê lewma dipirsim çimkî ez ji duh ve bi hinek Kurdên li Gurcistanê re diaxivim û bi awayekî ji awayan hinek rexneyên wan li ser rewşê û parlementoya Gurcistanê hene…

Zaza: Kurdên Gurcistanê?

Rûdaw: Erê. Wek mînak, ew dibêjin ku wek Êzdî hest bi wê yekê dikin ku ji aliyê welat ve hatine piştguhxistin û piştevaniya wan zêde nayê kirin.

Zaza: Tu dizanî, agahiyeke min a bi vî rengî nîne çimkî li gor zanyariyên min, em piştgiriya hemû mafên Êzdî û Kurdan dikin.

Rûdaw: Di serjimêriya sala 2002 de, ku bi baweriya min serjimêriya dawî ye li Gurcistanê, xaneyek ji bo neteweyê hebû. Wek nimûne, derfeta tirkan hebû ku diyar bikin ew tirk in, lê ya kurdan nebû.

Zaza: Tu dizanî, mixabin ez ne amade me bersiva pirsên bi vî rengî bidim, çimkî zanyariyeke min jî ya wisa berbiçav tune ye. Tu fêm dikî? Eger pirsgirêk di şêwirê de be, wê demê dibe ku hûrgilî tê de hebin ku ti zanyariyeke min li ser wan hûrgiliyan nîne. Lê…ango mebesta te paseport e?

Rûdaw: Na, mebesta min ne ew e. Mebesta min serjimêrî ye ji bo nasîna hejmartina hemwelatiyan li welat û nasîna paşxana wan ku di 2002 de hat kirin.

Zaza: Bibore, zanyariyeke min a wisa berbiçav li ser tune ye.

Rûdaw: Eger em behsa pêwendiyên navçeyî bikin, bi hebûna kurdan li Gurcistanê û her wiha Kurdên li vir li Herêma Kurdistanê, ev yek çawa dikare bibe sedema pêwendiyeke bihêztir di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de?

Zaza: Tu dizanî, wek min behs kir, em amade ne ku peywendiyên xwe yên çandî û aborî li gel Herêma Kurdistanê pêş bixin. Îcar bê guman em Kurd û Êzdiyên ku li Gurcistanê dijîn ji bo vê yekê bi kar tînin. Wek te qal kir, pêwistiya wan bi hinek…ez çawa bibêjim?… Pêdiviya wan bi hin reforman di jiyana wan de heye û em li ser vê difikirin. Her wiha em amade ne li ser tevaya pirsgirêkên wan bi wan re biaxivin.

Tu dizanî, hikûmeta Gurcistanê hikûmeteke pir vekirî û nerm e. Gurcistan welatekî pirneteweyî ye. Lewma jî bi kêfxweşî…wek mînak, li gor zanyariyên min, gelek Kurd di hikûmetê de xwediyên postên taybet in û beşek ji hikûmetê ne ku bi neteweyên cuda re, Kurd jî tê de, kar dikin.

Eger hinek pirsgirêkên wan hebin jî, wê demê bê guman hikûmeta Gurcistanê amade ye li ser hemû pirsgirêkan gotûbêjê bi wan re bike…Ger di jiyana wan de hin pirsgirêkên wan hebin.

Rûdaw: Li vê navçeya cîhanê em dibînin ku çawa berê Gurcistan bi taybetî li Herêma Kurdistanê ye. Dibe ku hinek kes bipirsin çima bi taybetî Herêma Kurdistanê?

Zaza: Çima çi?

Rûdaw: Çima Gurcistan zêdetir bala xwe dide Herêma Kurdistanê û konsulxaneyê vedike? Dîtin çi ye?

Zaza: Jixwe ev karûbarê têkiliya di navbera welat û herêman de ye. Ma tu dizanî? Dema em behsa vekirina konsulxaneyê dikin, ji kerema xwe ji bîr neke ku ev konsulxaneyeke rûmetê ye lê ne konsulxaneyeke fermî ye. Lewra jî wek min behs kir, hinek kes hene ku qezencên wan ên aborî yên taybet bi Herêma Kurdistanê re hene. Êdî wek min qal kir, pêşxistina peywendiyên çandî derfeta dirustkirina peywendiyên pir bihêztir di navbera Herêma Kurdistanê û herêmên Gurcistanê de misoger dike.

Rûdaw: Rêzdar Zaza Kanblakî, gelek spas ji bo vê derfetê.

Zaza: Bi xêr hatin.

 

CH

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi