Şandek ji Desteya Bilinda Bingehê Laliş seredana gora xudê jê razî nivêskar Rêsan Hesen Cindî kir
Tora Laliş:
Li salvegera heştem ya wexerkirina xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî, îro şandekê Desteya Bilinda Bingehê Laliş digel Bingehê Laliş tayê Xankê seredana gora xwedê jê razî kir û tace gulîne li ser gora wî danîn.
Hêjay gotinê ye xwedê jê razî xwedî (40) çil salên xizmeta perwerdeyê bû dîsan nivêskar bû xweî (10) pertokên çapkirî bû , li dema di jiyanê de hindek pertokên din amade kiribun lê nehatibun çapkirin lê kurê wî Kovan Rêsan bi erkê babê xwe rabu û heft berhemên wî liserêk çapkirin Kovan di malpera xwe ya taybet ya Facebookê de behis li jiyana xwedê jê razî di ke û diyar di ke ”Rûhbehiştî Rêsan Hesen nivîskarekî wisa bû, pir berhem bû, ew karên wî kirîn zû bi zû xilas nabin, min pitirîya karên wî bi çapgehandîne û ew barê emanetî li ser milê xwe rakiriye, dîsan jî gelek gotar û vekolînên wî belavenekirî mayîne, di demên bihêt da dê hewldem gotar û vekolînên wî bi çap bigehînim”.
Herwesan Rehmetî bo mawê çendîn salan mil bi milê hevalên xwe weke endamê Desteya Bilinda Bingehê Laliş kar kirye .
00CH