April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Markêting û gencên Êzidî !!

Markêting û gencên Êzidî !!
Çinar Şemo Qassim
‏Di jiyanê de hindek kes hene derfeta kar ji wan re nayê rexsandin û her tim ji bo vê yekê bi xem di kefin. Niha bi serkeftî tirîn kar tê kirin bi dahatekî zêde ew jî kirîn û firotin bi rêka Internetî ku di bêjinê Markêting, evê yekê bo gencên me jî delîvên karî rexsandîne. Çend nimûnek ji gencên me yên bi vê rêkê kardiken taybet bo rojnama Dengê laliş di axivin .
Tacdîn Hacî shêfe û malpereke taybet ji xwere vekirye û rêka çêkirina xwarinên xwe pîşanî xelkê di ke, û di bêje “dema tu karê maketting dikey bazinê‏ nasîna mirovan zêdetir dibe, anku ji çarçovê haval û xêzanê di bite xêzaneke mezintir û bitir ew kese tê naskirin û gelek xelkê biyanî jî karê mirovî di bînin û temaşe dikin. Ev yeke di bite eger kû mirov zêdetir hez li karê xwe bike”.
Tajdîn xelkê navçedarîya Baedrê ye û li wellatê Elmaniya dijît, taybet ji Dengê Laliş re dibêje “Delîvên rêklama ji bo hindek kesan çêdibe kû karê xwe bi taybet bikin rêklam bo karê hindekan kû şarezaî di biwarê rêklaman de nebit.
Şêfê navhatî di bêje jî “Min bawerî heye ku ev kare bi gištî bine jêderekî jîyanê bo mirovî û xêzana wî, eger bitir xwe mandî bike ji bo bi šêwekî ciwan ewî karî pêşkeş bike”.
Tajdîn zidetir di bêje”ku niha li wellatê Elmaniya li xwaringehkê kar dikim, her kesê malpera min temaşe kirbit û min di bîne di bêje me di vê xwarinê ji destê te bixun”.
Dilxwaz xwedî malpera Daniz Dress show, ji navçedarya khankê ya, ji bo kirîn û firotina kirasên kurdî û kirasên maksî li Instgramê taybet bo rojnameya dengê laliş di bêje “min ji zûde dest bi evî karî kirye û di niha de ez qezanceke baš jê di bînim, lê ez wî qazancî her ji bo kirina kirasan terxan dikim da ez karim karê xwe berfireh tir bikim ji bo pajerojê, û dibe je ez zêde kêf xweşim bi vî karî jiber ku ez êdî xwedî karim û wê bikarim pêtivyên jiyanê bi dest bixim”.
Dilxwaz di bêje jî “Sereray bi dawî înana kulîjê, ev kare bitir sirinca min di kişîne ba xwe. Lê di bêje jî di xwazim her kesekî malpera min di bîine min follow bike daku bikarim berdewam bim ji bo bidest ve înana serkeftinê”.
Xanimek di bi navê Dilo ji navçedarîya Baedrê ye û li wellatê Elmaniya dijît , Xudana malpera xwe ya taybet bi nave Dilo-hell ya çêkirina tirşya Iraqî û şirînyan di bêje “Ev mawê sê salane ez vî karî di kim û niha nêzî 29 hezar followers e min hene. Xanima navhatî dibêje evî karî ez vêrî gelek tiştan kirim, ji berku bi sanehî nîne jinek yan keçek xwedî malperek bernîas be, lê her kesê hez bike karê Markêting li ser internentê bike divê piştevanî hebe, eger piştevanî nebe bizehmete tû bikarî di vî karî da bi ser kevî, lewma dibêjim piştevanî zora giringe”.
Her disan dibêje “her postekî min were belavkirin bi kêmî 11 hezar kes temaše dike, ev yek jî kêm nîne ji bo keçeke êzidî”.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi