April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

88 gorên bikom li Şingalê‌ hatîne dîtin

88 gorên bikom li Şingalê‌ hatîne dîtin
Tora Laliş:
Pirosa hildana gorên bikom yên Êzdiyan li Şingalê‌ ji alyê‌ tîmên taybet ve li Bexda û Herêma Kurdistanê‌ ya berdewame, heta niha 88 gorên bikom li deverê‌ hatîne dîtin.
Rêveberê‌ Rêkxrawa Êzdî ya komkirina belgeyan Xeyrî Elî, bo Dengê‌ Laliş aşkerakir, heta niha 88 gorên bikom li Şingal hatîne dîtn ji bilî yên kit, herwesa 38 jiwan hatîne hildan û vekirin jialyê‌ tîmên taybet ve li Bexda û Herêma Kurdistanê‌ û rufatên 500 kesan jinav hatîne rakirin û hatîne hinartin bo Bexdayê‌ û 182 vegeryaîne bo Şingalê‌ û hatîne bin axkirin, di heman demda tîmên taybet berdewamin li ser hildana yên may jî.
Dexîl Telo, muxtarê‌ gundê‌ Girzerk bo dengê‌ lalş dyarkir, hejmareka gorên bikom li gundê‌ Girzerk hene û niha pênç jiwan têne hildan, lewma em hewcy harîkaryê‌ ne ji alyê‌ Hikumetan û rêkxrawên mirovî ve, jiberku eve mafê‌ meye û belgeyên jibo cînosaydê‌ dibin divêt hemû bi êzdiyan ra di harîkar bin .
Herwesa Xelef Hemo, yek ji kesukarên qurbanyên goِrên bikom li Cirzerk bo Dengê‌ Laliş xuyakir, tîrorstên DAIŞ malwêranî biserê‌ me da îna niha çar ji endamên xêzana wî dinav van goran dane, em bi dilekê‌ pir êş rojên xo diborînin, divê em bigehne mafê‌ xo û tîrorst bigehne sizayê‌ xwe.
Her ji destpêka Şngal hatye kontrolkirin ji alyê‌ rêkxrawa DAIŞ ya tîrorstî ve li tebaxa sala 2014, hemû tawanên dor ji mrovayetyê‌ derheqê‌ xelkê‌ Şingalê‌ encam dan û bi dehan welatyên bê‌ guneh di gorên bikom da komkujkirin.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi