April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Bingehê Laliş: Peyama Serok Barzanî hêvîbexş bû bo Êzdiyan

Serokê Bingehê Laliş: Peyama Serok Barzanî hêvîbexş bû bo Êzdiyan

Piştî ku Serok Barzanî di kongreyê çardê yê Partî Dîmukratî Kurdistan da ragehandî valahyek ya di kongreyî da hey jiberkû kesek di komîta navendî ya partî da nîne û ew dê wê valahîyê pir ken, li dor vê yekê jî, Serokê Desteya Bilnda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ragehand, peyama Serok Barzanî bo Êzdiyan peyameke hîvîbexş bû.

Seîd Cirdo, taybet bo malperê fermî yê PDK got:” Her dema Serok Barzanî dît neheqyek li Êzdiyan yan her pêkhateka Kurdistanî tê kirin yekser dihête deng û çare dike lewma Êzdî û hemû pêkhate bi çavekî omêd bexş li Serok di nêrn û dixwazin her serkrde ú berprs û takekî vî welatî bi heman Hikumeta Serok Barzanî serederyê digel mafên rewa yên Êzdiyan û hemû pêkhatan biken.

Gotjî:” Heluystê ciwamêrane yê Serok Barzanî dema duhî navên serkeftyan ji bo komîta navendî ya partî hatîne ragehandin bê ku navê yek Êzdî li navde hebêt hêvî û omêdên mirov bi paşeroja vî welatî geştr dike û divê ew helwêst waneyekbe jibo sazyên desthelatê li hemû biwaran da ku li çarçovê yasayande bihête darştin jibo rêgryeka bingehîn liber pêşêlkirina mafên hemû pêkhatan.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi