March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Robîna Tiyarî: Her cîhekî ku Pêşmerge lê nebe jiyan lê nîne

Robîna Tiyarî: Her cîhekî ku Pêşmerge lê nebe jiyan lê nîne

BasNews – Deşta Nînowa û Şingal navçeyên kurdan in û ji Kurdistanê hatine qut kirin û dikevin nav çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê. Piştî 16ê cotmehê jiyan li wan navçeyan gelek dijwar û giran bûye, ji ber ku ketine bin destê çend hêzeke derveyî û milîsên nerewa. Endama Parlamentoya Kurdistanê Robîna Tiyarî jî vê derbarê de dibêje, tenê li cîhên ku Pêşmerge lê heye jiyan lê heye.

Endama Lijneya Yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Robîna Tiyarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi salane pirsgirêk li navçeyên madeya destûrî ya 140 de hene û bi taybet jî li Deşta Nînowa û Şingalê. Lê tişta cîhê keyfxweşiyê ye her cîhekî ku Pêşmerge lê hebe jiyan li wê deverê aram û bi ewle ye.’’

Herwaha got: ‘’Lê ew navçeyên ku Pêşmerge lê tine û di destê grubên nerewa de ye, xelk li wan navçeyan direve û dûr dikeve.’’

Robîna Tiyarî got: ‘’Ti şik û guman tine ku her navçeyekî hêzên Pêşmerge lê nebe xelkê me nikare li wê deverê bijî.’’

Derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayî kirina rewşa Şingalê de jî Robîna Tiyarî diyar kir: ‘’Cîhê dilgiraniyê ye ku heta naha hikûmeta Iraqê ti pêngavek ji bo cîhbicîh kirina rêkeftinameya navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayî kirina rewşa Şingalê neavêtiye û bi temamî piştguh kiriye. Ji ber wê bêxemî û xemsariya Bexdayê alozî û pirsgirêk di nav Şingalê de berdewam in. Ji ber eger hikûmeta Iraqê niyet û daxwaza wê ya ji bo aram kirina Şingalê hebe, wê demê dê pêngav ji bo cîhbicîh kirina wê rêkeftinê bavêje.’’

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi