April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şingal; Ji ber şerê artêşa Iraqê û YBŞê bi sedan xaniyan zerar dîtine

Şingal; Ji ber şerê artêşa Iraqê û YBŞê bi sedan xaniyan zerar dîtine

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber şerê vê dawiyê ya di navbera artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de li nahyeya Sinûn a Şingalê bi sedan xaniyan zerar dîtine û xwediyên xaniyan daxwaza qerebûkirinê dikin.

Rêveberê nahyeya Sinûnê ragihand, heta niha ti kesan li wan nepirsiye û nehatine cem kesên ku xaniyên wan zerar dîtine ku divê werin qerebûkirin.

Hesen Îsmaîl yek ji wan kesan e ku ji ber şerê di navbera artêşa Iraqê û YBŞ de li navçeya Sinûnê top û guleyên RPGê li mala wî ketine ku heta niha nehatine qerebûkirin. Hesen Îsmaîl dibêje, çend malên din li Sinûnê ziyan dîtine û heta niha nehatine qerebûkirin.

Xelkê Şingalê nêzikî mehekê ye xwepêşandanan dikin û dixwazin hêzên serbazî ji Şingalê derkevin. Yek ji rêkxerên xwepêşandanan destnîşan kir, “Piştî şerê artêşa Iraqê û YBŞê, me hest kir ku şerê li cihên niştecihbûnê metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike. Em daxwaz dikin ku hêzên serbazî ji Şengalê vekişin.”

Rêveberê nahyeya Sinûnê diyar kir, di encama şerê di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de bi sedan xanî zirar dîtine û ti hewleke hikûmetê ji bo qerebûkirina wan nîne.

Rêveberê nahyeya Sinûnê yê bi wekalet Xwedêda Çûkê ragihand ku di şerê navbera artêşa Iraqê û YBŞê de 5 mal bi çekên giran û bi sedan mal jî bi guleyên kalaşnîkov û çekên din zirar dîtine.

Nivîskar Enwer Mîrza jî diyar kir ku piştî şerê li devera wan, wan ji hêzên serbaz xwest ku ligel hemû hêzên din ji deverê derkevin û herin xalên sînorî û tenê polîsên federal û asayişa niştimanî li deverê bimînin.

Di 2ê Gulana 2022an de li Şengalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de alozî derketibûn. Şer li navçeyên niştecihbûnê derket û çekên giran hatin bikaranîn û di encamê de zêdetirî 1700 malbat koçberî parêzgeha Duhokê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi