Qasim Şeşo: Artêşa Iraqê PKK agahdar kiriye sînorê Şingalê û Sûriyê vala bike
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê amaje bi wê yekê dike ku PKK li sînorê navbera Sûriyê û Iraqê bicîh bûye û artêşa Iraqê ew agahdar kirine ku wê deverê vala bikin.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Artêşa Iraqê PKK agahdar kiriye ku sînorê Sûriyê û Şingalê vala bike. Ango sînorê dikeve Sinunê û Xanesorê, lê heta naha PKK dixwaze rewşê wek naha berdewam bike û sînorê Şingalê vala nake. Ji ber wê rewşa Şingalê wekî xwe maye û serokwezîrê Iraqê jî rijde li ser wê yekê ku PKK li sînorê Sûriye û Şingalê nemîne.’’
Şeşo got: ‘’Hêza PKKê li Xanesor û Sinûnê geleke û ti amajeyek jî tine ku wê daxwaza artêşa Iraqê bicîh bîne û ji ber wê jî metirsiya dubare pevçûnê heye.’’