March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîrê Êzidiyan nêrîna xwe derbarê Şingalê de eşkere kir

Mîrê Êzidiyan nêrîna xwe derbarê Şingalê de eşkere kir

Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku ew naxwazin xelkên sivîl bibin qurbanî û eger rewş li navçeya Şingalê aram bibe, xelk dê vegere ser cihên xwe.

Bi amadebûna Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê îro li navçeya Şêxan a Duhokê mezargeheke Kurdên Êzdiyan hat vekirin ku ji aliyê DAIŞê hatibû wêrankirin.

Di dema vekirina mezargehê de Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ji Rûdawê re got ku ew spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di vekirina mezargehên Kurdên Êzidî de bûye alîkar û herwiha daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di vekirina mezargehên ji aliyê DAIŞê ve hatine wêrankirin berdewam be.

Derbarê rewşa Kurdên Êzidî yên li kampan de û yên ji navçeya Şingal koçber bûne de jî Mîr Hazim Tehsîn Beg got: “Me li ser rewşa Şingalê nêrîn û dengê xwe gihandiye Hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê. Me gotiye ku bila xelkê me yê sivîl nebe qurbanî. Em dixwazin rêkevtina Şingalê were cîbicîkirin.  Eger rewşa Şingalê asayî bibe dê xelk vegere ser cihên xwe.”

Di her du rojên destpêkê yên Gulanê de, li sînorê qeza Şingalê di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞê de şerekî giran derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedema şerê navbera YBŞê û artêşa Iraqê, bi hezaran kes ji Kurdên Êzdî yên sînorê Şingalê careke din koçber bûn û berê xwe dan kampên li sînorê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Koç û Koçberan li parêzgeha Duhokê, Pîr Deyan Pîr Ceifer roja 5ê Gulana 2022an ji Rûdawê re ragihandibû, “ji roja 2ê Gulana 2022an ve hatine koçberan ji Şingalê ve bo Duhokê dest pê kir û heta îro 1711 malabt ku hejmara wan 10,261 kes in, koçberî Duhokê bûne.”

Pîr Deyan da zanîn, ji wê hejmarê 1,100 malabt di kampan de hatine bicihkirin û yên din jî li derveyî kampan çûne cem kesûkarên xwe yan malek kirê kirine.

Di 1ê Cotmeha 2020an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, ji bo asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftinek îmze kirin ku wek Rêkeftina Şingalê tê naskirin. Yek ji giringtirîn xalên wê rêkeftinê ew e ku hêzên Iraqê berpirsyariya dosyeya emnî ya Şingalê werdigirin û hemû komên çekdar divê ji Şingalê bên derxistin.

Berdevka fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl diyar kiribû wan Rêkeftina Şingalê bi cih aniye û ya din jî li ser Hikûmeta Iraqê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi