March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekî salvegera avabûna Bingeha Laleşê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekî salvegera avabûna Bingeha Laleşê pîroz kir

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 29emîn salvegera damezirandina Bingeha Laleşê de peyemeke pîrozbahiyê arasteyî Desteya Bilind a Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bîranîna 29 saliya damezirandina Bingeha Laleş yê rewşenbîrî li hemû endam û kadroyên bingehî û tevaya xûşk û birayên me yên Êzidî pîroz dikim. Kar, xebat û çalakiyên Bingeha Laleş ku her tim wek diruşma wê dibêje: Kaniyeka zelal e diherike nav rûbarê rewşenbîriya Kurdî da.

Di vê bîranînê de careka din em hemû xûşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku wek her tim dê piştevanên maf û daxwazên wan bin û her çi pêwîst be em ê bikin, herwisa hindî xûşk û birayekê me yê êzdî revandî mabe, dê xebatên me ji bo rizgarkirina wan, yan diyarkirina çarenivîsê wan berdewam bin.

Em bi dilgranî li bûyerên devera Şingalê û neçarbûna xûşk û birayên me yên Êzidî dinêrîn ku careka din koçber dibin.

Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku bi harîkarî digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewla biden ji bona aramkirina rewşa Şingalê û hemû deverên Êzodiyan, avedanikirina wan û vegerandina jiyanê û xizimetguzariyan ji bo wan.

Her bi vê helkeftinê, serokê berê yê desteya bilind a Bingeha Laleş yê rewşenbîrî xudêjêrazî Şêx Şamo û kar û xizimeta wî bi bîr tînîn ku berî heyamekê koça dawî kir. Bîranîna wî bi xêr û canê wî şad be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

2022.05.12

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi